Davutoglu: Hikûmeta PKK her yek bi hincetekê binpêkirinan dikin

Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu bi awayekî ne rasterast rexne li PKK û hikûmeta Tirkiyeyê digre û dibêje, hikûmeta Tirkiyê bi hinceta ewlekariyê, azadiya welatiyan binpê dike. PKK jî bi hinceta doza azadiyê, ewlekariya welatiyan binpê dike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu bi awayekî ne rasterast rexne li PKK û hikûmeta Tirkiyeyê digre û dibêje, hikûmeta Tirkiyê bi hinceta ewlekariyê, azadiya welatiyan binpê dike. PKK jî bi hinceta doza azadiyê, ewlekariya welatiyan binpê dike.

Davutoglu di dema ku behsa avakirina partiyeke nû ji aliyê wî ve tê kirin de, serdana Diyarbekirê kir û konferanseke rojnamevanî de got: “Hinek kes gotin emê ji bo berjewendiyên bilind ên dewletê ewlekariya we biparêzin, lê hûnê daxwaza azadiyê nekin. Hinek kes jî hatin û gotin ji bo azadiyê pêwîst e nîzama civakê were tinekirin. Niha divê em van her du hizran bişkînin.  Dema ez serokwezîr bûm min her tim behsa girîngiya nîzama civakê kir. Ger li cihekî nîzama civakê nebe, li wir azadî û ewlekarî jî nabe. Emê xwedî li nîzama civakê derkevin û ji azadiya xwe jî paşde gav navêjin. Dirûşma me ya bingehîn ev e.  Li her derî û ji bo her kesî azadî.”

 

 

S. B