Hunermend Adîk 75 sal di xizmeta kultura Kurdî de

Îro salvegera 12emîn a koça dawiyê ya hunermend û tembûrvanê çiyayê Kurmênc Adîk e. Adîk temenekî dirêj zêdetir ji 75 salan di xizmeta kultura Kurdî de derbas kir û bi emanet bo nifşê nû veguhast.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro salvegera 12emîn a koça dawiyê ya hunermend û tembûrvanê çiyayê Kurmênc Adîk e. Adîk temenekî dirêj zêdetir ji 75 salan di xizmeta kultura Kurdî de derbas kir û bi emanet bo nifşê nû veguhast.

Tembûrvan Adîk sala 1907an li gundê Îska ya navçeya Şêrewa ji malbateke Kurd a Êzidî jidayik bû. Adîk destpêkê heyama 30 salî li gundên Îska, Celemê û Mile Xelîla ma û piştre li gundê Kora yê ser bi navçeya Cindirêsê ve bicih bû.

Adîk ji biçûkaniya xwe karê darteraşiyê kir û tembûr jî çê dikirin û û li ser destê tembûrvan Hûsê Xel fêrî tembûrê bû û ji dengbêjên wek Hêmûşê Kûrik, Îbramê Tirko fêrî stranan bû. Adîk ji sala 1930î ve û ta koça xwe ya dawiyê di 1ê Hezîrana 2007an bi dehan şevbuhêrkên mûzîkî û stranên dengbêjiyê bi hunermend û dengbêjên wek Cemîl Horo, Reşîdê Mem Çûçanê, Omerê Cemlo, Mihemed Elî Tico, Bavê Selah û gelek dengbêjên Çiyayê Kurmênc re lidar xistin.

Cudahiya Adîk ji hemû hunermend û tembûrvanan ew bû, wî li tembûra 16 perdeyî dide û tenê bi tiliyan lê dida û wek behretirîn şarezatirîn tembûrvanên herêmê dihat naskirin, bi taybet di meqam û stranên Kurdî yên kevnare.

Hunermend Adîk di jiyana xwe de jî beşdarî gelek mehrîcan û festîvalên hunerî li Efrîn û Helebê bû û di sala 2000î de beşdarî mehrîcaneke hunerî li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bû û di wê mehrîcanê de xelateke rêzlêgirtinê ji ber karê xwe yê hunerî de wergirt.

Ji stran û meqamên ku Adîk lê didan û gelek hunermendan jê werdigirin, stranên wek Eyşa Îbê, Xarzî Mihemed, Tayîr beg, Siyamendê Silêvî, Derwîşê Ebdî û bi dehan stran û meqamên din ên kelepûrî bûn.

Di sala 2006an de jî koma Armanc û her du hunermendên Efrînê Bavê Selah û Rêber Armanc li Efrînê ahengeke taybet bo Hunermend Adîk kir û tê de ew xelat kir. di vê derbarê de Hunermendê Efrînî Rêber Armanc ku di dawiya temenê wî de pêwendî bi Apê Adîkê re dikir ji K24ê re got: Apê Adîk nimûneya hunermend û tembûrvanên Çiyayê Efrînê bû, zêdetir ji 75 salan ji temenê xwe di xizmeta huner û kelepûra Kurdî de qedand û bandoreke wî ya mazin li ser nifşên di dû re bû û cihekî wî yê taybet li cem xelkê Efrînê hebû.

Hunermend Adîk di 1ê Hezîrana 2007an de koça dawiyê kir û bi beşdariya bi hezaran xelkê Efrînê, hezkiriyên wî, komên filklurî li goristana gundê Kora bi xakê hat parastin.