Çekdaran 5 gundên Efrînê talan kirin û hejmarek gundî revandin

Grûpên çekdar ên li Efrînê bi ser hejmarek gundên navçeya Cindirêsê de girtin, ji bilî dizîna pere, zêr, otombîl û motorsêklên xelkê, zêdetir ji 10 kesan jî revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên li Efrînê bi ser hejmarek gundên navçeya Cindirêsê de girtin, ji bilî dizîna pere, zêr, otombîl û motorsêklên xelkê, zêdetir ji 18 kesan jî revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de da zanîn, Polîsa Leşkerî û grûpa El Hemzat pêr û duhî 20 û 21ê Hezîranê avêtin ser gundên Kefir Zît, Tilif, Kefirdela Jorin, Kefirdela Jêrin û Gazê û hejmarek mal pişknîn kirin û bi pişknînê re pere, zêr, mobayl û motorsêklên welatiyan diziyan û zêdetir ji 18 welatiyan revandin.

Wê rêxistinê belav kir jî, wan her du grûpên çekdar li gundê Kefir Zîtê kurê Muxtarê gundê yê 15 salî Îbrahîm Zuhêr Ezîz, Xêro Hesen Xêro, Xelîl Hesen Ebdo, Zuhêr Hesen, Mihemed Ferîd, Ebdo Mehmûd, Ednan Ebdo Hemo, Mihemed Hesen, Omer Mihemed Hesen, Beşar Mihemed Hesen û Elî Gule Xeyrî revandin.

Herwiha 100 hezar Lîre Sûrî ji mala Mihemed Hesen, 75 hezar Lîre ji mala Ebdo Mehmûd û 3 motorsêkil jî gund dizîn.

Li gundê Tilifê, çekdaran welatiyê bi navê Dijwar Mecîd Hec Xelîl revandin.

Li gundê Kefirdela Jêrin, çekdaran li meydana gund û li pêş çavê gundiyan li hejmarek xortên gund dan û pere, zêr, 5 motorsêkil û otombîlek dizîn. Herwiha her yek ji Ebdilrehman Ebdilqadir, Omer Ebdilrehman Xilo, Mistefa Ebdilrehman Xilo, Cemal Husên û kesekî din ji malbata Hec Ebdo Zêno revandin. Herwiha li kalemêrê 80 salî Hec Xelîl Omer Ebdî dan û pereyên wî dizîn.

Li gundê Keferdela Jorin, çekdaran ligel dizîna zêr û pereyên gundiyan, Şukrî Mihemed Mustefa û Şukrî Welîd Mihemed revandin û derketina welatiyan ji gund qedexe kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand jî, çekdaran bi ser gundê Gazê de girtin, lê ji ber ku çekdaran piraniya mobaylên welatiyan dizîbûn, ti agahî derbarê dizî û revandina welatiyan nehatin zanîn.

Ev girtina bi ser van gundan di demekê de tê, berî çend rojan grûpên çekdar baca ji sedî 10 li ser ceh û genimê cotkarên wan gundan sepandibûn, gundiyan jî red kiribû wê bacê bidin çekdaran. 

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, heta niha zêdetir ji 5 hezar kes hatine revandin û hîna çarenivîsa hejmarek mezin ji wan ne diyar e.

 

S. B