Piştî 40 rojî ji revandinê, Efrîniyekî din di bin eşkenceyê de hat kuştin

Li Efrînê welatiyek ku ji berî 40 rojî ve ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibû revandin, duhî termê wî li nava darên zeytûnê hat dîtin û şûna eşkenceya hovane û şewitandinê li ser gewdê wî hebûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê welatiyek ku ji berî 40 rojî ve ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibû revandin, duhî termê wî li nava darên zeytûnê hat dîtin û şûna eşkenceya hovane û şewitandinê li ser gewdê wî hebûn.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, welatiyê ji navçeya Cindirêsê Şerefedîn Sîdo yê roja 13ê Gulanê ligel Reşîd Hemîd Xelîl û kurê wî yê 9 salî Mihemed Xelîl ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibûn revandin, duhî termê wî li nêzîkî gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera hat dîtin û şûna eşkenceya hovane û şewitandinê li ser gewdê wî hebûn.

Da zanîn jî, termê Şerefedîn Sîdo bo nexweşxaneya Leşkerî ya Efrînê hat veguhastin û ji malbata wî re tekez kirin ku ew termê Şerefedîn Sîdo ye, ji ber ku ji ber eşkenceya hovane û şewitandinê nedihat naskirin.  

Roja 13ê Gulanê Şerefedîn Sîdo û Reşîd Hemîd Xelîl bi mebesta birina kurê Reşîd yê 9 salî Mihemed Xelîl bo nexweşxaneya bajarê Ezazê û dermankirina şewatên li ser rûyê wî, bi rê ve ji aliyê grûpeke çekdar ve hatin revandin.

Piştî çend rojan ji revandinê, çekdaran girtevîdyoyeke eşkencedana Şerefedîn Sîdo belav kirin û tê de zorê lê dikin ku nameyekê ji malbata xwe bişîne û daxwaza 100 hezar Dolar bike, yan jî dê çarenivîsa wî kuştina di bin eşkenceyê de be.

Piştre roja 22ê Gulanê jî termê welatiyê din Reşîd Hemîd Xelîl li nêzîkî gundê Qestel Cindo hat dîtin, ew jî di bin eşkenceya hovane de hatibû kuştin û çavekî wî hatibû derxistin.

Roja 25ê Gulanê malbatên kesên revandî ji bo rizgarkirina Şerefedîn Sîdo û zarokê 9 salî Mihemed, 10 hezar Dolar amade kirin û xwastin ligel grûpeke ji Ehrar El Şerqiyê pereyan radestî wê grûpê bikin, lê şer di navbera wan de derket û kesekî wê grûpê hat kuştin û kesek jî dîl hate girtin.

Piştî 40 rojî ji revandinê jî, heta niha çarenivîsa kurê 9 salî û yê nexweş Mihemed Xelîl ne diyar e û tê gûmankirin, ew jî di bin eşkenceyê de hatibe kuştin, lê termê wî hîna nehatiye dîtin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, bi armanca standina pereyan ji malbatên wan, bi hezaran welatiyên Kurd hatine revandin û eşkencedan, ev Kurdê 28emîn e jî ku di bin eşkenceya hovane de tê kuştin û hîna civaka navdewletî derbarê van tawanan de bêdeng e û zincîreya dizî, talan, revandin, eşkencedan û kuştina Efrîniyan berdewam e.

 

 

S. B