Tirkiye: Amerika sozên xwe li Minbic hîn jî, bicîh neaniye

Tirkiye careke din ji Amerîkayê dixwaze, sozên derbarê Minbicê de bicîh bîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye careke din ji Amerîkayê dixwaze, sozên derbarê Minbicê de bicîh bîn e.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, ku bi armanca beşdariya civîna NATOyê li Brukselê bû, bi Nûnerê Amerîka yê taybet bo Sûriyê James Jeffrey li Brukselê civiyan.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê da xuyakirin, Akar gotiye, Tirkiye li benda bicîhanîna sozên Amerika ye, ku di derbarê Minbicê de dan e.

Hat destnîşankirin, derbarê herêma ewle ya Rojhelatê Firatê de jî, Akar nêrînên Tirkiyê bo Jeffrey gotin e.

Akar herweha da zanîn, ewlekariya projeya F-35 çiqas ji bo Amerîkayê girîng e, bo Tirkiyê jî, ewqas girîng e.

 

 

 

C.B