Efrîn.. Çekdaran bi dehan gundiyên Mabeta girtin û lê dan

Grûpên çekdar ên li Efrînê avêtin ser bajarokê Mabeta û malên welatiyên pişknîn kirin û bi dehan welatiyên Kurd girtin û eşkence kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên li Efrînê avêtin ser bajarokê Mabeta û malên welatiyên pişknîn kirin û bi dehan welatiyên Kurd girtin û eşkence kirin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, şeva bûrî grûpa çekdar Cebhe El Şamiyê bi ser bajarokê Mabeta de girt û bi dehan kal, mêr û ciwan girtin û piştî bi tundî li hinan dan, piraniya wan hatin berdan.

Ji nava kesên hatibûn girtin, Ezet Ebdo Şivan, Ferhad Hemaço, Hesen Şêx Birîm, Mihemed Elî Remo, Xebat Bekir, Mistefa Xoce, Ciwan Xoce, Mihemed Şêxo, Ezedîn Zêno, Elî Çûçik, Cuma Teter, Şukrî Mûse, Elî Birîmo, Reşîd Qelender, Mihemed Ala, Mihemed Mistefa Camo, Mihemed Xelik, Mihemed Qerepoz û Kalemêrê 90 salî Mihemed Cafer in.

Da zanîn jî, ji ber giraniya lêdanan, Elî Birîmo bo nexweşxaneyeke Tirkiyê hate veguhastin.

Bajarokê Mabeta 15 K.M li rojavayê Efrînê ye û piraniya xelkê wê Kurdên Elewî ne, loma jî gelek binpêkirinên mirovî di derheqê wan de ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve tên kirin.

Li gor çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve ew e, rewşeke gelekî xirap û metirsîdar dirust bikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û proseya guhartina demokgrafî bibin serî û nasnameya Kurdîbûna Efrînê biguhêrin.

 

S. B