Firokeyên Amerika bingehek El Qaide li Helebê bombabaran kirin

Firokeyên şer ên Amerîka bingehek Rêxistina elQa'îde li gundewarên Helebê bombebaran kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên şer ên Amerîka bingehek Rêxistina elQa'îde li gundewarên Helebê bombebaran kir.

Di daxûyaniyekê de, Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê ragihand, Hêzên wan bingehek rêxistineke girêdayî elQa'îde li rojavayê gundewarê Helebê kiriye armanc, ku hejmarek serkirdeyên wê rêxistinê di civînekê de bûn.

Ligor ku hatî belavkirin, ew civîn li çargoşeya ewlehiyê ya Rêxistina elQa'îde li navçeya Muhindisîn bû, û grûba Huras Eldîn, ku grûbek ser bi elQa'îde ve ye, kiribû armanc. Di encama wê êrîşê de, hejmarek ji çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin, ku di nav wan de serkirde jî hebûn e. Herweha bingehê wan, bi temamî hatiye jinav birin.

Hatiye zanîn, ku  di nav kuştiyan de, çekdarên Misrî, Tunisî û Cezayirî hebûn e.

 

 

 

C.B