Neteweyên Yekgirtî piştgiriya bernameya çaksazî ya Hukimeta dahatî dike

Netewên Yekgirtî piştevaniya programên Hikûmeta dahatî ya herêma Kurdistanê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî piştevaniya programên Hikûmeta dahatî ya herêma Kurdistanê dike.

Îro, erkdarê pêkanîna hikumetê Mesrûr Barzanî, digel Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert û şanda pê re civiya.

Di civînê de, ji bilî gengeşekirina pêşhateyên Iraq û navçeyê, proseya pêkanîna Kabîneya Nû ya Hikûmeta herêma Kurdistanê û pêwendiyên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de û rewşa navçeyên maddeya 140 hatin gengeşekirin. Tekezî li çareserkirina pirsgirêkan liser binemaya Destûrê hat kirin.

Li dirêjiya civînê de, Mesrûr Barzanî ronî xist e ser rola Neteweyên Yekgirtî di derbarê çareseriya pirsên helawêstbûyî de, mîna pirsa asayîkirina rewşa Kerkûkê û avakirina navçeyên ziyandîtiyên şerê DAIŞê. Ragihand, ew çavdêrî û serpereştîkirina Neteweyên Yekgirtî  bi pêwîst dizanin.

Ji aliyê xwe ve Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kêfxweşiya xwe bi gavên pêkanîna Kabîneya Nû ya Hikûmeta herêma Kurdistanê û pêşdeçûna pêwendiyên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de derbirî û piştevaniya Neteweyên Yekgirtî ji bo hewl û programa Hikûmeta dahatî, di warên çaksazî û çareserkirina pirsgirêkên helawêstî de nîşan da.

 

 

 

C.B