Rewşa Suriyan li Stenbolê

Roj nîn e ku li Tirkiyê derbarê penaberên Sûriyeyî de bûyerek rû nade. Wek li hemû bajarên Tirkiyê bi giranî jî li Stenbolê gelek caran piştî weşanên li ser medya civakî ên provakatîf li dijî Sûriyeyîyên li Stenbolê êrîş tên pêk anîn û li dijî wan helwesta nîjapersetî û şêwazata kîn û nefretê tê jî ya di nava civakê de her diçe zêde dibe

K24-Stenbol

Roj nîn e ku li Tirkiyê derbarê penaberên Sûriyeyî de bûyerek rû nade. Wek li hemû bajarên Tirkiyê bi giranî jî li Stenbolê gelek caran piştî weşanên li ser medya civakî ên provakatîf li dijî Sûriyeyîyên li Stenbolê êrîş tên pêk anîn û li dijî wan helwesta nîjapersetî û şêwazata kîn û nefretê tê jî ya di nava civakê de her diçe zêde dibe. Li ser van şer û pevûnan û êrîşên li dijî penaberan, Ahmet Hamou welatiyê Suriyeyî ku bi eslê xwe Kurd e û li Stenbolê li Zankoya Nîşantaşiyê dixwîne bi rêya twîtterê banga aramiyê û ya biratiyê kiribû û gelekî deng vedabû. Me jî bîr û boçûnên wî yên li ser vê mijarê wergirtin.

Ahmet Hamou - penaberê Suriyeyî, got:"Di van demên dawîn de li ser Suriyeyîyan gelek îftira tên avêtin. Hinek kes vê yekê bi zanebûn dikin û dixwazin helwesta Tirkan hê tundtir bibe. Helbet ên nebaş hene di nava me de û bila kesên aramiya civakê têk dibin bên sizadan. Em hemû ne tacîzkar in. 3.5 milyon kes heye li Tirkiyê yên Sûriyeyî û wê şer û pevçûn çêbibin. Lê wek dû milettên bira divê em li hev werin. Lê dema ev nefret û kîna di nava civakê de zêde bibe, wê her dû millet bihevkevin û felaketên mezin rû bidin. Li Fatîhê welatiyên Sûriyeyî bi kêran hatin birîndarkirin. Herkes ditirse niha û dibêjin gelo wê ev bûyer berdewam bikin an na?"

Ahmet Hamou dibêje; Ji ber ku şerê li Sûriyê ne adil e em hatin û me xwe sparte Tirkiyê. Em Suryeyî me ji sifirê dest bi jiyanê kir li vê derê. Gelek kes zewicîn û ji bo zarokên xwe kar dikin. Lê dema ev şêwaza nefret û kînê ya tund û tujiyê bi ser bikeve û din ava civakê şer rû bide, teqeta Suriyeyîyan nemaye ku careke din ji xwe re jiyaneke nû ava bikin.

Ahmet Hamou - penaberê Suriyeyî, got:"Tikaya min ji siyasiyan ev e. Me wek amûrekê bikarneyînin bo çend dengên zêde qezenç bikin. Daxwaza me ji desthilata siyasî ev e, Sûriyeyîyên ku nebaşiyê dikin siza bike û ji welêt biajo. Lê yên ku bêbextiyê dikin jî divê siza bikin. Li Tirkiyê 82 milyon kes hene û şaş tên agahdarkirin. Hingî jî li Tirkiyê herkes dibe dijminê Sûriyeyîyan. Hemû dinya li dijî me bû, lê Tirkiyê li me xwedî derket. Lê gava milletê Tirk guh bide bêbextiyan tamam hingî

wê dinya li me Sûriyeyîyan bêhtir reş bibe. Em Kurd, Areb û Ermen û miltên din divê karibin bi hev re bi aştî bijîn. Ez bang li Kurdan, Tirkan û Areban dikim da ku bi başî behsa hev bikin."

Ahmet Hamou diyar dike, dema herêmeke ewle ava bibe wê zêdetirî milyon penaberên Sûriyeyî vegerin welatê xwe. Bila dile herkesi rehet be, em ji neçarî li vê derê ne. Divê hurmet li mafên mirovan bê girtin û hemû civaka Sûriyeyî wek ku xwedî nexweşînekê ye neyê destîşankirin. Bila din ava hemû civakên ku li vê erê dijîn de hezkirin û birayetî hebe. Dema kîn û nefret hebe bobelat jî dê hebin