Dengvedana kirîna sîstemên S400 û rewşa Tirkiyê

Tevî guvaş û egerên gemaroyên Amerîkayê, Tirkiyê dest ji kirîna muşekên S400 berneda û pêvajoya radestkirina muşekên S400 destpê kir. Çavdêrên siyasî û lêkolîner ên Bakurê Kurdistanê amaje dikin, ku ev helwesta Tirkiyê dê ji aliyê leşkeri, siyasî û aborî ve rewşa Tirkiyê xerab bike û dê rasterast bandorê li siyaseta Tirkiyê ya Rojavayê Kurdistanê û tevahiya Suriyê bike.

K24-Amed

Tevî guvaş û egerên gemaroyên Amerîkayê, Tirkiyê dest ji kirîna muşekên S400 berneda û pêvajoya radestkirina muşekên S400 destpê kir. Çavdêrên siyasî û lêkolîner ên Bakurê Kurdistanê amaje dikin,  ku ev helwesta Tirkiyê dê ji aliyê leşkeri, siyasî û aborî ve rewşa Tirkiyê xerab bike û dê rasterast bandorê li siyaseta Tirkiyê ya Rojavayê Kurdistanê û tevahiya Suriyê bike.

 Tirkiyeyê ragihand ku ew dest ji kirîna muşekên S400 bernade û pêvajoya radestkirina muşekên S400 jî dest pê kiri ye. Her çiqas Emerîka û NATO hember kirîna muşekên S400 nîgeraniya xwe nîşan dabin jî Tirkiye vê yeke wek pêdivî pênase dike û amaje dike ku kirîna muşekên S400 ne ji bo êrîşê ye, ji bo berevaniyê ye. Çavdêrên siyasî yên Bakurê Kurdistanê jî div ê mijarê de pêşbînî dikin ku dê Tirkiye ji aliyê siyasî, leşkeri û aborî ve bikeve nav rewşek xirap de û li Suriyeyê jî dê di navbera Emerîka û Rûsyayê de jî têkeve tengasiyê. Çavdêrê Siyasî û akademîsyenê Zankoya Dîcle Vahap Coşkûn dibêje dibe ku Emerîka vê helwesta Tirkiyeyê wek deqekê bi kar bîne.

Vahap Coşkûn-akademîsyenê zankoya Dîcle- got:Îhtîmal heye ku Trump vê pirsgirêkê hinek taloq bike. Dibe ku di vê mijarê de 5-6 mehan gavekê neavêje û siyaseta niha ya Suriyeyê bimeşîne. Lê NATO û Parlementoya nuneran dixwazin ambargo li ser Tirkiyeyê were danîn. Eger ambargoyek wiha were danîn jî ez bawer dikim ku dê di qada Suriyeyê de jî navbera Tirkiye û Emerîkayê xirap bibe."

Ji aliyê karvedanên kirîna muşekên S400 di qada siyaseta Suriyeyê de çavdêrên siyasî amaje dikin ku dê di avakirina herêma ewle de Emerîka dê dazwazên xwe li ser Tirkiyeyê bêhtir bisepîne û Kurd dikarin vê yeke wek karteke siyasî bi kar bînin. Rêveberê Saziya Lêkolînê RAWESTê Reha rûhavîoglû dibêje kirîna muşekên S400 serkeftinek a Pûtîn e û Emerîka dê bêbersiv nemîne.

Reha Rûhavîoglû- rêveberê saziya lêkolînê RAWESTê, got:" Prosesa ku dimeşe ango mijara S400 û F35 ku di nevbera Emerîka û Tirkiyeyê de dimeşe, serkeftina Pûtîn e. Pûtîn niha gotinên xwe bi Tirkiyeyê dide kirin û Tirkiyeyê ji Emerîka dûr dixe û nêzîkî xwe dike. Ev yek dê bibe sedem ku di demek nêz de Tirkiye di politikaya Rojava de nekare tiştek bi dest bixe; lê dê bikare tiştên bi dest xistî biparêze."

Lêkolîner û çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku  kirîna muşekên S400 ji aliyê Tikiyeyê ve, dê deste Tirkiyeyê di avakirina herêma ewle de qels bike ji berk u herêma ewle li gel Emerîkayê tê amadekirin û çiqasî Kurdên Suriyeyê bi yekîtiyeke xurt û neteweyî vê rewşê bi kar bînin dê ewqasî di makezagonek nû a Suriyeyê de statuya Kurdan xurt be.