Parêzerekî Kurd: Divê Erdogan lêborînê ji Kurdan bixwaze

Parêzerekî Kurd li dij êrîşakaran doz vekir û daxwaz kir ku Erdogan ji Kurdan lêborînê bixwaze.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li bajarê Trabzonê ji bo ku li ser milpêça geçtiyarên Kurd Kurdistan dinivîse ji aliyê nîjadperestan ve hatin lînçikirin. Karvedanên vê bûyerê jî li Tirkiyê berdewam dikin. Parêzerekî Kurd li dij êrîşakaran doz vekir û daxwaz kir ku Erdogan ji Kurdan lêborînê bixwaze. Mafparêz Eren Keskîn jî da zanîn divê Kurd jî karibin wek Alman û Îngilazan bi alên xwe wêneyan bikişînin.

Komeke welatiyên Kurdistanê ku ji bo geştê hatibûn Tirkiyê li bajarê Trabzonê ji aliyê nîjatperesetan ve hatin lînçkirin. Ji aliyê parêzgariya Trabzonê ve jî Sedema lînçê milpêçeke ku li serê Kurdistan dinivîse hatibû destnîşankirin. Piştî vê daxuyaniyê jî digel 9 welatiyên ku hatibûn binçavkirin 50 geştiyarên Kurd ji Tirkiyê hatin dersînorkirin. Karvedanên vê bûyera sosret, helwesta parêzgariya Trabzonê û êrîşa nîjadperesetî ya li dij geştyarên Kurd berdewam dikin. Parêzerekî Kurd li Stenbolê serî li dadgêhê xist û giliyê xwe kir li dij wan kesên ku êrîşî welatiyên Kurdistanê kirine û di heman demê ji Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî daxwaz kir ku ew ji Kurdan lêborînê bixwaze.

Parêzerê Kurd Suphî Ozgen ji K24ê re wiha axivî: "Ev kes misafirê me bûn. Ez bangê li dikim li Wezîrê Geştyariyê û bang li Serokkomarê Tİrkiyê Recep Tayyîp Erdogan dikim. Bila wan geştyarên ku ji Kurdistanê hatibûn vê derê û li Trabzonê bi ser wan de çûbûn tade li wan kirine bila ji wan lêborînê bixwazin. Bila ezrê xwe ji wan bixwazin li ser navê delwetê li ser navê xelqê me. Û bila wan dawetî Tirkiyê bikin û kû derê bixwazin bila bigerin. Her aliyê Tirkiyê yê Tirkan e û Kurdan e, her geştyar jî divê karibe bê û bi rehetî bigere."

Komeleya Mafên Mirovan jî li ser vê êrîşa nîjadperestî ku welatiyên Kurdistanê li Trabzonê hatin lînçkirin daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de hate gotin, desthilat li dijî Kurdan şêwaza cudakirinê bikartîne. Eger desthilat bi dengê bilind bibêje bicehmin biçin Kurdistanê hingî jî dema geştyarên ku ji Kurdistanê bêne Tirkiyê dê werin lînçkirin. Herwiha komeleyê daxwaz kir ku parêzgarê Trabzonê jî ji ser kar bê dûrxistin.

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn dibêje: "Ji 1915an vir ve li Tirkiyê çanda tevkujiyê û nasnekirina nasnameya netweyên din wek polîtîkaya dewletê bi cih bûye. Civak tê şovenîzekirin wek li êrîşa Trabzonê hate dîtin. Bi baweriya min ji êrîşê wêdetir esil kambaxî di dxuyaniya parêzgarê Trabzonê de ye. Dibêje me civak aş kir. Ev tê çi wateyê? Parêzgar bi şêwaza dewletê vê êrîşa li dijî Kurdan meşru û rewa dide nîşan. Delwet jî mil dide vê siyaseta nîjadî. Çima Alman an jî Îngilizek bi ala xwe dikare wêneyan bikişîne li Tirkiyê lê Kurd nikarin? Dema ala Kurdî be hingî rengê meselê diguhere û tê dîtin ku dewlet lînça Kurdan rewa dibîne. Lê welatekî ku Suleyman Soylu lê wezîr be divê kes şaş û metal nemine, di warê bilindbûna pêlên nîjadperestiyê de."

Li ser vê bûyera ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan ve wek bûyerake der mirovane û hov hate destnîşankirin, di serî de HDPê hemû partiyên Kurdan şermazarnameyek belav kirin û ji desthilatê daxwaz kirin ku li pêşberî vê êrîşa nîjadperestî bê deng nemînin. Her çiqas ji eniya desthilata Tirkiyê daxuyaniyek nehatibe ragihandin jî parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê Mustafa Yeneroglu reaksiyopneke tund nîşan da û diyar kir, divê ev bûyer bi sivikî neyê nirxandin û ev hewl dibe ku di pêş de jî rê li ber trajediyên mezintir veke. Loma jî divê raya giştî ya Tirkiyê li dij van çalakiyên der yasayî bê helwest nemîne û dengê xwe bilind bike bi şêwezeke hevaheng.