Şaredariya bajarê mezin a Diyarbekir Rêbus da nasîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir bo pêşvebirina geşt û guzariyê û danasîna bajêr dest bi otobêsên geştê ya Diyarbekir dike. Otobêsên geştê dê geştiyaran li şunwarên dîrokî yên nava Sûrê bigerîne. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin amaje dike dike ku otobêsên geştê wek pêdiviyek a geştiyariyê bû û navê wê jî kiri ne Rêbus. Kompaniyê geştê jî dibêjin gavek erênî ye û divê were pêşxistin.

K24- Amed

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir bo pêşvebirina geşt û guzariyê û danasîna bajêr dest bi otobêsên geştê ya Diyarbekir dike. Otobêsên geştê dê geştiyaran li şunwarên dîrokî yên nava Sûrê bigerîne. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin amaje dike dike ku otobêsên geştê wek pêdiviyek a geştiyariyê bû û navê wê jî kiri ne Rêbus. Kompaniyê geştê jî dibêjin gavek erênî ye û divê were pêşxistin.

Li Diyarbekirê bo danasîna bajêr û pêşxistina geşt û guzariyê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve otobêsên geştê yên Diyarbekir tên amadekirin. Yekem otobêsa geştê ya bi navê Rêbus di nava bajêr de bi teybetî jî derdora bircên Diyarbekir bi tevlîbûna Hevserokê HDPê Sezaî Temellî û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Adnan Sekçûk Mizrakli dest bi geştê kir. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli amaje dike ku otobêsên geştê bo geştiyariya Diyarbekir êdî wek pêdiviyekê bû.

Adnan Selçûk Mizrakli- hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, got:"Bajareke ku wiha xwedî dîrokeke dewlemend de neyîna otobêsa geştê kêmasiyek bû. Me jî ev kêmasî dît. Dê di nava Surê de ji 4 xalan rêbus rabin hem şunwarên nava bajêr hem jî yên navçeyan werin dîtin. Ne tenê bo Diyarbekir dê bo bajarên derdorê jî geştên rêbusê hebin."

Dê di çarçoveya geştên bo şunwarên dîrokî de 8 Rêbusên k udi ser de "bajarê bîr û evînê" dinivîse werin amadekirin û dê 2 Rêbus jî servekirî bin. Kompaniyên geştê jî bi erênî pêşwaziya vê gava şaredariyê dikin. Serokê Komeleya Geşt û Guzariyê Ya Diyarbekir Edîp Paçal jî dibêje welatên di warê geştê de pêşketî ne jî otobêsên geştê bi kar tînin û hêvî dike ku hijmara wan zêdetir jî bibe.

Edîp Paçal, serokê Komeleya Geşt û Guzariyê ya Diyarbekirê, got

"Wek mînak geştiyarên ku di nava Surê de digerin nikarin bi hêsanî bigihîjin Pira Deh Derî jî. Ev gav gaveke baş e. Geştiyarên ku ne bi kompaniyên geştê bi derfetên xwe tên bajêr û digerin nikarin li her deverî bigerin. Ev yek bo wan jî baş e. Em li benda gavên baştir û zêdetirin."

Kompaniyên geştiyariyê wek destpêkê bi erênî pêşwaziyê Rêbusê dikin lê daxwaz dikin ku di warê trafîka geştiyariyê de xizmetên cawaz jî werin dayîn ku wek mînak ji Deriyê Mêrdînê heta Pira Deh Derî Teleferîk were danîn û derdora bircên Diyarbekir jî bo geştek hêsan rêya trênê jî were çêkirin ku geştiyar bi trênê bigerin.