Lavrentiev: Divê mafê Kurdan, di Destûra Sûriye de hebe

Di bersiva pirsek Nûçegîhanê Kurdistan24 de, Nûnerê Serokê Rûsya ji bo Astana Aleksander Lavrentiev ragihand, ku Kurd pêkhateyek sereke yê Sûriyê ne...

K24 – Navenda Nûçeyan

Di bersiva pirsek Nûçegîhanê Kurdistan24 de, Nûnerê Serokê Rûsya ji bo Astana Aleksander Lavrentiev ragihand, ku Kurd pêkhateyek sereke yê Sûriyê ne. Divê mafê wan di destûrê Sûriyê de hebe.

Herweha Lavrentîev got jî, ku baweriya HSD bi yekperçeyiya xaka Sûriyê heye. Divê ew deverên, ku di jêr destê wê de ne, vegerin jêr kontrola hikûmeta Sûriyê û danûstandin di navbeyna wan de destpê bikin.

Lavrentîev ragihand, helwêsta Rûsya beramber Kurdan ji helwestên dewletên din cudatir e.

 

 

C.B