Ji nav AKPartî dû partîyên nû derdikevin

Nîqaşên di nava AK Partiyê de her diçe gur dibin. Li aliyekî Ahmet Davutoglu li aliyê din jî Alî Babacan amadekariya partiyên nû dikin. Li gorî pisporan egera wê yekê heye ku şikestinên mezin pêk bên di nava AK Partiyê de.

K24- Stenbol

Nîqaşên di nava AK Partiyê de her diçe gur dibin. Li aliyekî Ahmet Davutoglu li aliyê din jî Alî Babacan amadekariya partiyên nû dikin. Li gorî pisporan egera wê yekê heye ku şikestinên mezin pêk bên di nava AK Partiyê de.

Dîroka siyasî ya desthilata Tirkiyê hêdî hêdî ber bi şikestinekê ve diçe. Piştî hilbijartinên 23ê Hezîranê yên Herêmî têkçûna AK Partiyê li bajarê Stenbolê û gelek bajarên metrepol ên Tirkiyê, di nava wê de bû sedema nîqaşên mezin. Digel vê yekê muxalîfên di nava AK Partiyê de jî hêdî hêdî dengê xwe bilind dikin û ji partiya xwe vediqetin, bi sedema ku AK Partî ji seyra xwe ya berî vegeriya ye û her diçe jî ji azadiyan û edaletê dur dikeve. Li aliyekî Ahmet Dawutogluyê Serokwezîrê Berê, li aliyê din jî Alî Babacanê Wezirê Aboriyê û Cîgirê Serokwezîrê berê dest bi xebatên xwe yên damezrîna partiya nû kirin. Ahmet Davutogluyê ku ji AK Partiyê hê jî îstifa nekiriye û dest bi xebatên damezrîna partiyekê kiriye di 28ê Gulanê de serdana Amedê kiribû û li vir rexneyên giran li AK Partiyê girtibûn û gotibû kêşeya Kurdan û ya Tirkan hevpar e.

Îhamî İşik - çavdêrê Siyasî, dibêje:"Rêxistina AK Partiyê ji sedî 80ê li pişta Davutoglu ye. Hemû serokên bajaran ên kevn Stenbol, Îzmîr û Enqere jî di navê de li pişta wî ne. Davutoglu piştî Cejna Qurbanê wê navê partiya nû ragihîne. Alî Babacan zêdetir aliyê elît û wezîren berê li rex wî ne. Davutoglu ji aliyê rêxistinê bi xwe ve tê piştevanîkirin, hem ji aliyê milê ciwanan û hem jî ji aliyê milê jinan ên AK Partiyê ve. Di nava wan de hem ên kevin hene û hem jî ên nû ligel şaredarên ku ji ser kar hatibûn vekişandin."

Alî Babacanê ku di 8ê Tirmehê de ji AK Partiyê îstîfa kiribû di 8ê Îlonê de daxuyaniyek ragihand û diyar kir, pêdiviya Tirkiyê bi vîzyoneke nû heye û wî digel hevalên xwe dest bi xebata damezrîna partiyekê kirine. Di kulîsên AK Partiyê de tê gotin ku wê Alî Babacan digel 5 navên giring ên ligel wî, Abdullah Gul (Serokkomarê Berê), Beşîr Atalay (Wezîre Navxeyî yê Berê), Haşîm Kiliç (Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn yê Berê), Sadullah Ergîn (Wezîrê Dadê yê Berê) û rojnameger û nivîskar Fehmî Koru di dawiya meha Îlonê de navê partiya xweya nû ragihîne.

Nesrîn Nas - çavdêra siyasî, got:"Alî Babacan wê zorekê bide AK Partiyê û heta ez wisa texmîn dikim ku di hilbijartina yekem de, wê ji sedî 13-15 dengan bistîne. Ev têra hilweşandina AK Partiyê dike. Di hilbijartinên dawîn de ji sedî 9 dengên ku neçûne ser sindiqoan ên AK Partiyê bûn. Ev kes li bendeyî partiyeke wek ya Babacan in. Awantaja Babacan ji ya Davuoglu zêdetir e. Di serdema Babacan de aboriya Tirkiyê gelekî baş bû û civak jî wî wisa bi bîr dixe. Bi baweriya min wê di deqîqeya dawîn de Davutoglu dev ji ragihandina partiyeke nû vegere."

Hem Davutoglu û hem jî Babacan dû navên giring bûn ji bo siyaseta dewleta Tirkiyê ên li cem Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan. Lê belê ev her dû navên ku li rex Erdogan bûn niha wî û rêbazên wî rexne dikin. Ji kêşeyên di warê aboriyê de bigirin heta bi derbirina ramanê azad, binpêkirina mafên mirovan, edalet, hiqûq û hem jî bi taybet di warê şêwaza kêşeya Kurdî de Babacan û Davutoglu desthilata AK Partiyê tawanbar dikin. Ev her dû nav jî didin zanîn ku êdî AK Partî nikare vegere ser eyarên xwe yên febrîqayê. Ji lopma jî ew guh didin civakê û bi vîzyoneke nû ew ê dest biavêjn dahatûya Tirkiyê. Erdogan jî her du aiyan bi parçekirina ummetê sucdar dike.