Akar: Rêkeftina Herêma Ewle kete warê bicîhkirinê

Wezirê Berevanî yê Tirkiyê bi daxûyaniyekê got: Navenda Tevgêra Hevbeş a Tirkiye û Amerika ya herêma aram, dest bi karê xwe kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezirê Berevanî yê Tirkiyê bi daxûyaniyekê got: Navenda Tevgêra Hevbeş a Tirkiye û Amerika ya herêma aram, dest bi karê xwe kir.

Wezîr Hulusî Akar bi daxûyaniyekê da zanîn: ligor rêkeftina li gel Amerika ji bo Herêma Aram liser sînorên Sûriyê, Navenda Tevgêra Hevbeş dest bi karê xwe kir.

Akar da zanîn: 7ê Tebaxê, ku wan li gel Amerika dest bi rêkeftinê ji bo deverên aram kiribûn, di encama xebatek hevbeş de, edî rêkeftin tê bicîh kirin.

Li gorî rêkeftinê HSD jî, dever ji tevgêra Amerika û Tirkiyê re hişt û deverên sivîl jî, dê ji aliyê meclisên deverê ve werin birêve birin.

Herêmên aram, dê ji çekan werin valakirin û 20 km, dê çek ji sinorên Tirkiyê dûr bikevin.

 

 

C.B