Li Efrînê çekdaran 3 welatî revandin

Zincîreya revandin û sepandina bacê li welatiyên Efrînê berdewam e û rojane hejmareke welatî bi bihaneyên cuda tên revenadin û bacên giran li gundiyan tên sepandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Zincîreya revandin û sepandina bacê li welatiyên Efrînê berdewam e û rojane hejmareke welatî bi bihaneyên cuda tên revenadin û bacên giran li gundiyan tên sepandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grûpa çekdar a bi navê Hemzar kalemêrê 70 salî Henîf Îsa roja 29ê Tîrmehê ji gundê Coqê revand û ber bi cihekî ne diyar ve bir.

Li bajarokê Cindirês, grûpeke çekdar welatiyê bi navê Mistefa Xêro Mamkêlo ê ji gundê Aşkê Xerbî revand. Li gundê Hec Hesna yê ser bi Cindirêsê ve jî grûpa Polîsa Leşkerî welatî Mihemed Remzî Xelîl revand.

Wê rêxistina mafên mirovan da zanîn jî, her li navçeya Cindirês, grûpeke çekdar ji 37 rojan ve Ebdo Mistefa Ebdo ji gundê Xalta revandiye û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raporteke din de belav kir, grûpa Hemzat bi bihaneya ku ew parastina wan dike, baca 2 hezar Lîre Sûrî li ser welatiyên gundên Keferdelê Jorin, Keferdelê Jêrin, Gazê, Gundê Mezin, Gewrika û Maratê ferz kiriye.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, ji dema dagîrkirina wê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, bi awayekî sîstematîk zulm û zordarî li welatiyan tên kirin, ji bo ku Efrînî neçar bibin dest ji xaka xwe berdin û koçber û derbider bibin û koçberên navçeyên din ên Sûriyê li şûna wan werin bicihkirin.  

 

S. B