Opozîsyona Sûriyê: Komîta Destûrî ne çareseriya sereke ye

Li gorî opozîsyona Sûriyê, ew rêkftina di nava Tirkiye, Îran û Rûsyayê de ya li ser damezrandina Komîteya Destûrî ya Sûriyê de ne çareseriya sereke ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li gorî opozîsyona Sûriyê, ew rêkftina di nava Tirkiye, Îran û Rûsyayê de ya li ser damezrandina Komîteya Destûrî ya Sûriyê de ne çareseriya sereke ye. Li gorî endamê desteya siyasî ya opozisyonê Abdulmecîd Berekat, armanca her sê walatan ew e ku Astanayê bikin wek cîgira Cenevê da karibin bêhtir bandorê li ser Sûriyê bikin. Bi boçûna endamê siyasî yê opozisyonê Abdullah Gedo jî, wê di demek nêzîkte agirbest xira bibe û li Sûriyê şerekî mezin rû bide.

Karvedan, nîqaş û gumanên li ser encamên lûtkeya sê qolî ya ku di nava Tirkiye-Îran û Rûsyayê de, hefteya borî di 16ê Îlona 2019an de çû serî berdewam dikin. Her çiqas aliyan li ser Komîteya Destûrî ya Sûriyê rêkeftina xwe ragihandibin jî li eniya Hêzên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ev mesele wisa bi hêsanî nayê xwendin û vê rêkeftinê jî wek gaveke erênî nabînin di destpêkirina prosesa çareseriya siyasî ya Sûriye de.

Endamê Desteya Siyasî ya Hêzên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Itîlaf) Abdulmecîd Berekat dibêje; Li gorî biryarên navnetweyî ya 2254an mijara komîteya destûrê beşek ji 4 xalên çareseriya Sûriyê ye. Em wek îtilaf çareseriyê bi tenê di komîteya destûrî de nabînin, ew sê xalên din jî divê bên bikaranîn.

Endamê Desteya Siyasî yê Îtîlafê Abdulmecîd Berekat ji K24ê re got: "Ji xwe di lûtkeya sê qolî de ji bilî mijara komîteya destûrê hate dîtin ku di tû waran de ne Tirkiye, ne Îranê û ne jî Rûsyayê lihevnekiriye. Wek her car daxwaza ajotina rewşê ya ber bi çareseriyeke siyasî hatiye dubarekirin. Mijara sêyem jî em dibinin, armanca van her sê welatan ya sereke ew e ku Astanayê bikin wek cîgirekî ji Cinevê re. Ji bo karibin bêhtir ew bandorê li rewşa Sûriyê bikin."

Ji ENKSê Endamê Desteya Siyasî ya Hêzên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Abdullah Geddo jî dibêje; Ev civîna sê qolî ya 5'an e ku çêdibe. Her 5 jî bi ser neketine. Belkî çendekê din jî çêbibin û bi ser nekevin. Miletê Sûrî ne geşbîne di vê meselê de, li gorî dostê rejimê ku pê pabendin û alîkariya mezin pê dikin.

Endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafê Abdullah Gedo dibêje: "Îro Rûsya û Îranê tiştê li gor kêfa wan heta aniha vê deqê dibe. Û ez karim bejim ew civîn jî bi dawî bû tû çareya wisa xuya asê jî nehatiye danîn û em dibêjin ne gelekî din bimîne, ew agirbesta ha xira bibe wê dîsa şer derkeve. Û tirsek mezin heye xelk bi hezar û milyonan penaber bibin û serê vî çilehê giran."

Li gorî boçûna endamên desteya siyasî ya opozîsyonê, ji bo çareseriya Sûriyê ya demokratîk, ji Kurdan bigirin heta Areb û miletên din divê fikir û ramanên wan bên girtin û mafên wan ên sereke jî bên naskirin. Heta ev alî nekevin rexê çareseriyê jî wê tû lûtkeyên sê qolî encam nedin û şerê heyî jî gurtir berdewam bike