Tirkiye:Pêvajoya Herêma Ewle, ne bi dilê me ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar da xuyakirin, pêvajoya herêma ewle ne bi dilê wan e, amadekariyên xwe ji bo operasyonê kirin e û pirr ciddî ne.
Hulusî Akar beşdarî bernameya destpêkirina sala nû ya yasayî ya Parlamentoya Tirkiyê bû û da xuyakirin, pêvajoya herêma ewle, wek ew dixwazin nameşe.
Akar got, derxistina YPG, rakirina senger û pêgehan, radestkirina çekên giran, ne di ast a em dixwazin de ye û em dixwazin çavdêrîya pêvajoyê bikin.
Da zanîn, bi rayedarên Amerîkî re hevdîtin berdewam dikin. Amadekariyên xwe bo operasyonê temam kirin e, yarîya wan nîn e û pirr ciddî ne.
C.B