MSD: Nebûna nûnerên me di Komîta Destûrê de dibe sedema rûdana komkujiyên nû

Hevseroka Desteya Cibicîkar a MSDê Îlham Ehmed radigihîne, nebûna nûnerên wan di Komîta Destûrê ya Sûriyê de, dibe sedema derketina pirsgirêk û komkujiyên nû li wî welatî.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Desteya Cibicîkar a MSDê Îlham Ehmed radigihîne, nebûna nûnerên wan di Komîta Destûrê ya Sûriyê de, dibe sedema derketina pirsgirêk û rûdana komkujiyên nû li wî welatî.

Hevseroka Desteya Cibicîkar a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li Washingtonê li ser “herêma ewle” ji K24ê re ragihand, di çarçova plana herêma ewle de, hêzên wan heta 5 K.M paşve vekişiyane û çekên giran jî heta 20 K.M ji sînor dûr ketine.

Li ser rewşa Efrînê, Îlham Ehmed got, rewşeke pir giran li Efrîn heye, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve xelkê direvînin û eşkence didin, xwezaya wê dişewitîne, dîrok û cografiyê wê diguhêre û guhartina demografî û û siyasete Tirkirina herêmê li wê herêmê birêve dibin û nasnameya Efrînê diguhêrin.

Herwiha got: Em ji civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî daxwaz dikin, bilez û bi gerantiya navdewletî rewşa Efrînê bê çareserkirin, hemû çeteyên tê de jê derkevin û hemû derbiderên Efrînê vegerin ser mal û milkên xwe.   

Li ser rewşa çekdarên DAIŞê, Îlham Ehmed ragihand, heta niha dadgeheke fermî ji bo dadkirina çekdarên DAIŞê yên biyanî nehatiye dayîn, ji ber vê ew daxwaza dadgeheke navdewletî li bakurê rojhilatê Sûriyê dikin û ew daxwazin çekdar li herêma wan werin dadkirin.

Îlham Ehmed got jî, Komîta Destûrê ya hatiye avakirina, nûnertiya hemû gelê Sûriyê nake, wan di şerê li dijî DAIŞê de 11 hezar şehîd dane û bêhtir ji 20 hezar şervan jî birîndar bûne, lê niha ew ne beşek in ji Komîta Destûrê ya Sûriyê ne.

Tekez kir jî, dûrxistina wan ji Komîta Destûrê dê bibe sedam sernekeftina wê destûrekê û dibe bibe sedema rûdana komkujiyên din di nava gelê Sûriyan de.

 

S. B