Fransa: Em deyndarê qurbanî û serbestî ya Kurdan in!..
K24 – Navenda Nûçeyan
Fransa radighîne , pêwîst e HSDê were parastin û ew ji gefên Tirkiyê bi êrîşkirina ser bakurê rojhelatî Suriyê dilgran in.
Serokwezîrê Fransayê Edouard Philippe ragehand, dê berjewendiyên Kurdan berçav bigrin û ew deyndarên qurbanî û serbestiya wan in.
Got jî, tenê çareseriya siyasî dikare hebûna Kurdan û kêmneteweyên din, bi taybetî Xristiyanên li Suriyê gerentî bike.
Serokwezîrê Fransayê tekez kir, ku şerê dijî DAIŞê li wê navçeya, ku di destê wê de bû bidawî nehatiye û ligel Hêzên Suriya Demokrat berdewam e, û ew şer, yek ji karên wan ê herî sereke ye.
C.B