Îlham Ehemd: Rêkeftina bi rêjîma Sûriyê re tenê leşkerî ye

Li ser pirsa êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, şandeke MSDê bi Wezareta Derve ya Siwêdê re civiya .
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser pirsa êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, şandeke MSDê bi Wezareta Derve ya Siwêdê re civiya .

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ji K24ê re ragihand, Di civînê de guftûgo li ser êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û rola Siwêdê di nava civaka navdewletî de bo rawestandin û xistina dorpêçan ser Tirkiyê hatin kirin.

Diyar kir jî, Tirkiye endameke NATOyê ye yasayên navdewletî binpê kiriye û derbasî xaka welatî din bûye û bi firokeyên NATOyê êrîşî gelê navçeyê dike, ku wî gelî fedekariyên gelekî mezin di şerê DAIŞê de kiriye û pêwîst bû li hember wê yekê xizmet hatiba kirin, lê berûvajî wê Tirkiyê êrîşên pir dijwar li ser sivîlan û hêza ku parastina mirovahiyê kiribû dike.

Îlham Ehmed diyar kir, Wezareta Derve ya Siwêdê piştevaniya xwe nîşan da û da zanîn, ku ew kar bo rawestandina vê êrîşê dikin.

Derbarê rêkeftina HSD û artêşa Sûriyê de, Îlham Ehmed got, ew rêkeftin tenê leşkerî ye, dê li ser sînor li hember êrîşên Tirkiyê cihê xwe bigire û ji bo parastina gel e.

 

S. B