Erdogan: Hemû welatên Ewrûpa û NATO li dij Operasyona me bûn!
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan eşkere dike: Hemû welatên Ewropayê û endamên NATOyê li dijî operasyona wan derketine û piştgirê YPGyê bûn e.
Erdogan di bernameyeke TRT Worldê de nerazîbûnek tûnd dijî Yekîtiya Ewropayê û NATOyê nîşan da û diyar kir, ko ji ber operasyona wan a dijî rojhilatê Firatê Yekîtiya Ewropa û NATO bûn e piştgirê YPGyê û bi hev re şerê Tirkiyê kirin e.
Erdogan got: “Hemû welatên rojavayî bûn piştgirê YPGyê û bi hev re êrîşê Tirkiyê kirin. Welatên Yekîtiya Ewropayê û endamên NATOyê hemûyan ev yek kirin. Ka hûn dijî terorê bûn? Ji kengê ve ye, hûn bi terorîstan re kar dikin. Gelo PYD û YPG bûne endamên NATOyê û haya me jê nîn e”.
C.B