Akar: YPG ji deverên rêkeftina ligel Amerika derneketin e
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezirê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar got: YPG ji deverên rêkeftina ligel Amerika derneketin e.
Wezirê Berevaniya Tirkiyê da zanîn: Di vê operasyonê de 395 gund xistine bin kontrola xwe û YPG hîn jî, li deverê ma ye û êrişî wan dikin.
Akar di daxûyaniya xwe de diyar kir: Hêzên Rejîmê li xalên YPGê bi cîh bûn e û wan çi pêwendi li gel hêzên Rejîma Sûrîyê nîn e, muxatabê wan Rusya ye.
Liser rêkeftina Tirkiyê û Amerika, wan hevdîtinek li gel Şandek Emrîka çêkirin e û gilî kirin e, ku YPG xwe ji deverê temamî venekişaye ye.
Hulusi Akar got: Diyar e, li pişt YPGê Hêzên Navdewletî hene. Pêwist e, ew xwe ligor şerek demdirêj amade bikin.
C.B