Akar: YPG, Rêkeftina bi Rûsyayê re hatiye kirin, binpê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê dibêje, YPG, rêkeftina bi Rûsyayê re hatiye kirin, binpê dike û ji deverên hatiye diyar kirin venekişiya ye, jiber vê yekê, şerê li herêmê berdewam dike.
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar beşdarî bernameya Televîzyoneke Tirkiyê bû û da xuyakirin, armanca operasyona wan ne dagîrkirina axa Sûriyê ye, bi Rûsya û Amerîkayê re rêkeftin, ku YPG ji herêmê dûr bixin, lê ew dûr neketin e.
Akar got, ew girîngiyek mezin didin avakirina herêma ewle, ku penaberên Sûrî bikaribin vegerin. Da zanin, divê penaberên Sûrî bi daxwaza xwe vegerin û ji bo avakirina herêmek weha, pêdivî bi 5 milyar dolaran heye.
C.B