Erdogan: Dê Operasyona “Kaniya Aştiyê” bidom e

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan di rêya vegerê ji Hungarya, di belafirê de bersivên rojnamevanan da. Erdogan got: Operasyona “Kaniya Aştiyê” dê bidom e

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan di rêya vegerê ji Hungarya, di belafirê de bersivên rojnamevanan da. Erdogan got: Operasyona “Kaniya Aştiyê” dê bidom e.

Erdogan rexne li Amerika û Rûsyayê girtin, ku herçend Rêkeftin imze kirin, lê heta niha her dû welatan jî sozên xwe bicîh neanîn e.

Ligor Serokomarê Tirkiye: “Hûn dizanin, Rûsya ligel rejîmê tevdigere. Girêdayî vê yekê li hin cih an pêwendî ligel rêxistina terorê heye. Herweha Amerika jî soz dan me, lê sozên xwe bicîh neanî. Lê, em her tiştî dizanin, Dezgeha me ya Hawalgiriyê dizanê çi çêdibe. Rêxistina terorê liv û tevgera wê berdewam e, derneketin e. Hin alî derewan dikin, dibêjin Tirkiye li hemberî Kurdan e.”

Serokomarê Tirkiye liser seredana xwe ya 13ê Mijdarê bo Waşingtonê û hevdîtinê ligel Serokê Amerikayê Donald Trump axifî û anî ziman, ku pêşbiniya encamên erênî dikin.

 

 

C.B