CHP: Grûpên çekdar zeyt û zeytûnên Efrînê didizin
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlamenterekî CHPê dibêje, Artêşa Azad ya girêdayî Tirkiyê li Efrînê zeyt û zeytûnan didize û tîne Tirkiyê û parlamenterekî AK Partiyê jî piştrast kir û got, ji bo nekeve destê PKKê ew zeytûnan dibin Tirkiye.
Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Unal Çevîkoz di Parlamentoya Tirkiyê de axivî û got: Desthilata Tirkiye dibêje, ew pabendî yekparçeyî û serweriya Sûriyê ne, lê li Dîlokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê radigihîne û her diçe xwe li axa Sûriyê bicih dike.
Da xuyakirin, grûpên çekdar zeyt û zeytûnên xelkê Efrînê didizin û talan dikin û difiroşin Tirkiyê û êdî hemû cîhan hebûna Tirkiyê li axa Sûriyê qebûl nake.
Parlamenterên AK Partiyê jî bersiva parlamenterê CHPê dan û gotin, çekdarên Artêşa Azad li gel Artêşa Tirkiyê şer dikin û yên wan rexne bikin, tê wateya ku Artêşa Tirkiyê rexne dikin. Herwiha gotin jî, ew berhemên Efrînê ji bo nekevin destê PKKê tînin Tirkiyê.
Parlemantar AK Partî Ugur Aydemîr got: “Belê zeyt û zeytûnên Efrînê tên Tirkiyê, heger em zeyt û zeytûnan nebin, ew berhem dê biçin kû derê. Ma emê ji PKKê re bihêlin”
Artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve ku ji 18ê Adara 2018an ve Efrînê dagîr kirine, ji bilî dizî û talankirina zeyt û zeytûnên Efrîniyan, destên xwe danîna ser bi hezaran darên zeytûnê yên derbiderên Efrînê û ji xwe re difiroşin.
S. B