“Sedemên pirsgirêka Kurd di bingeha komara Tirkiyê de ye”

Li Diyarbekirê panelek derbarê Serhildana 1925ê û Damezirandina Komara Tirkiyeyê de hat li darxistin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê panelek derbarê Serhildana 1925ê û Damezirandina Komara Tirkiyeyê de hat li darxistin. Di panelê de nivîskar Tehsîn Sever behsa pêvajoya damezrandina Komara Tirkiyeyê û pêvajoya ber bi serhildana 1925ê kir. Sever di panelê de bal kêşand ser rola Cemiyeta Azadî û amaje kir ku gelek sedemên girîng ên pirsgirêka Kurd di damezrandina Komara Tirkiyeyê de veşartî ne.

Li Diyarbekirê  panelek bi navê "Serhildana 1925ê û Damezrandina Komara Tirkiyey"ê bi pêşkêşkirina nivîskar Tehsîn Sever hat li darxistin. Di panele de pirsgirêka Kurd ve girêdayî li ser 3 xalên girîng analiz hatin kirin. Xalên wek Serhildana 1925ê, Damezirandina Komara Tirkiyeyê û Rola Cemiyeta Azadî hatin gotubêjkirin. Panelîst Tehsîn Sever amaje kir ku gelek sedemên girîng ên pirsgirêka Kurd di damezrandina Komara Tirkiyeyê de veşartî ne û bal kêşand ku eger ew pêvajoa baş newe zanîn dê dê pêşketinên îro û siyaseta hember Kurdan jî baş newe famkirin.

Nivîskar Tehsîn Sever ji K24ê re got: "Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de dema mirov pêvajoyê baş bişopîne, mirov wêneyê îro dibîne. Pirr zêde dişibine hev. Siyaseta Osmaniyan û cîhanê ya li hember Kurdan hatine meşandin de derfet guherîne lê helwest heman helwest e. Siyaseta Tirkan, farisan û ereban hember Kurdan qet neguheriye."

Di panelê de behsa rola pêşengên Kurd ên Serhildana 1925ê hat kirin û beşdaran jî anîn zimên ku divê ked û fedakariya pêşengên dîrokî newên ji bîrkirin. Yek ji damezrênerên Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyeyê Halît Demîralp amaje kir,  divê siyasetmedarên roja me jiyana Şêx Seîd û Xalit Begê Cibrî baş bizanin da ku bizanibin ew li ser mirasa kî siyasete dikin û her wiha rexne hat kirin ku li Bakur di civînên wiha de xort û keçen Kurdan beşdar nabin.

Xalit Demîralp dibêje: "Çi civînek ku tê li darxistin de beşdar hemû kesên temenê wan di ser 60î de ne. Heyf e ku keç û xort eleqeyê nîşan nadin. Tike skeç û xortên xwe an jî malbatê xwe naynin. Ev xeletî ye."

Di panelê de hat xwestin ku  arşîvên dewletê werin vekirin  ku belgeyên dema damezarandina Komara Tirkiyeyê û Serhildana 1925an werin aşkere kirin û rê were dayîn ku lêkolîner li ser van belgeyan xebatan bikin. Hat amajekirin ku pirraniya belgeyan di arşîva Serokerkaniyê de û Saziya Dîroka Tirk de cih digirin.