Mezlûm Ebdî: Amerika û Rûsya, divê rêgirtinê li guherîna demografiyê bikin

Fermandarê Giştî yê HSDê radighîne , Amerîka û Rûsya berpirsiyariya rêgirtin li guhertina demografiyê li navçeyên dagîrkirî hildigrin

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Giştî yê HSDê radighîne, Amerîka û Rûsya berpirsiyariya rêgirtin li guhertina demografiyê li navçeyên dagîrkirî hildigrin, tişt a ku Serokomarê Tirkiyê dibêje, gelek metirsîdar e

Mezlûm Ebdî, Fermandarê giştî yê HSDê liser hesabê xwe yê Twîterê nivîsandiyê , tişta ku Serokomarê Tirkiyê gotiye, bi destpêkirina bicîhkirina milyonek kes li bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê pirsek e gelekî  metirsîdar e û armanc jê, bicîhkirina kesên biyanî li van bajaran e.

Ebdî got jî, Amerîka û Rûsya berpirsiyariya rêgirtin li guhertina demografiya navçeyên dagîrkirî heldigrin û daxwaz ji wan dike, ku pabendiyên xwe bicî bîn in û mîkanîzmekê bo vegera xelkên resen deynin.

 

 

 

C.B