Helwesta fraksiyonên Kurdistanî ji hilweşandina rêkeftina ewlehiyê ya Iraq û Amerîka

Fraksiyonên Kurdistanî helwesta xwe ji hilweşandina rêkeftina ewlehiyê ya Iraq û Amerîka û derkirina hêzên biyanî ji Iraqê diyar dike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlemana Iraqê helwesta fraksiyonên Kurdistanî li ser rûniştina îro ya Parlemana Iraqê diyar dike.

Piştî kuştina Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebomehdî Mohendis, biryar e îro piştî nîvro rûniştineke awerta ya taybet bi derkirina hêzên biyanî û hilweşandina rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Bexda û Washingtonê de bê kirin.

Seroka Fraksiyona PDKê Viyan Sebrî ji K24ê re aşkere kir, fraksiyonên Kurdistanî di rûniştina îro ya Parlemana Iraqê de amade nabin, ku ew rûniştin taybet e bi hilweşandina rêkeftina ewlehiyê ya Bexda – Washingtonê û pesendkirina yasaya derxistina hêzên biyanî ji Iraqê ye.

Viyan Sebrî ragihand jî, naxwazin Iraq bibe meydana yekalîkirina milmileyên welatên bihêz ên cîhanê. Wek Kurd bi me baş e bêalî ji pirsgirêkan bimînin, ku ew jî di berjewendiya Iraq û Herêma Kurdistanê de dibe.

Da zanîn, hilweşandina rêkeftina rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Amerîka de, bi nivîsekê ji Hikûmeta Iraqê ve dikare bibe û aliyên din ku Amerîka ye agahdar bike, lê îro  Hikûmeta Iraqê, hikûmeta karbirêvebirinê ye, ji ber wê rewş hinekî aloz e.

Diyar kir jî, heger aramnc jî serastkirina rêkeftinê be, ew bi awayekî tekalî nabe û pêwîst e her du alî beşdariyê di proseya serastkirinê de bikin.

Amaje bi wê jî da, firaksiyonên Kurdistanî û diyar jî fraksiyonên Sune jî dibînin ku pêwîst e di vê qonaxê de her aliyek xwe bigire û pirs gur nebin û rewşê aram bikin û berjewendiya Iraqê ya giştî biparêzin.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, biryar bû rûniştina Parlemana Iraqê îro bê kirin, lê ta niha ne diyar e ew civîn dibe yan na.

Li gor zanyariyan, firaksiyonên Şîe û bi taybet jî firaksiyonên Sadêqûn ya ser bi Asayib Ehlulheq rijd e rûniştina Parlemanê bê encamdan.

 

 

S. B