Akar: Em dê tol a êrîşa Idlibê bigrin

Hulusi Akar, piştî êrişa liser baregehek wan a li Idlibê û kuştina 6 leşker û 9 brîndaran, seredana baregehên leşkerî yên liser sînorê Surîyê kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezirê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar seredana hêzên xwe yên liser sinorê Suriyê kir.

Hulusi Akar, piştî êrişa liser baregehek wan a li Idlibê û kuştina 6 leşker û 9 brîndaran, seredana baregehên leşkerî yên liser sînorê Surîyê kir.

Wezirê Berevanî yê Tirkiye ,ku ligel Serokomar Recep Tayip Erdogan çû bû Ukrayna, piştî êrişa ser serbazên wan yên li Idlibê, di paş de zivirî Enqere û berê xwe da sînorê Sûriye.

Akar, pişti hevdîtina ligel Serfermandar Yaşar Guler û fermanderên din ên leşkerî, seredana leşkerên xwe yên li ser sinorê Surîyê kir û da xûya kirin, dê tol a vê êrîşê bigrin.

 

 

 

C.B