“Idlib têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê xirap dike”

Zêdebûna êrîşên Rûsya û rejîma Sûriyeyê li Idlibê û di van êrîşan de kuştina serbazên artêşa Tirkiyeyê di parlamentota Tirkiyeyê de bû cihê fikaran.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Zêdebûna êrîşên Rûsya û rejîma Sûriyeyê li Idlibê û di van êrîşan de kuştina serbazên artêşa Tirkiyeyê di parlamentota Tirkiyeyê de bû cihê fikaran. Parlamenteran got in; ev yek tê wê wateyê ku têkiliyên navbera Tirkiye û Rûsyayê de xirap bûne û dan zanîn hewceye Tirkiye dev ji muzakereyan bernede. Herwiha bo nîqaşkirina kêşeya Idlibê parlamenteran daxwaz kir demildest danişîneke girtî bê kirin.

Li Idlîba Sûriyeyê êrîşên giran yên dij serbazên artêşa Tirkiyeyê di parlamentoya Tirkiyeyê de rastî bertekên tund hat. Parlamenteran daxuyand îxtimal artêşên Sûriyê û Tirkiyeyê bên beramber hev û di vê proseyê de jî kes nizane ku dê helwesta Rûsyayê çawa be. Parlamenterên ku got in dê li Idlibê provakasyonên mezin pêk bên û hişyarî dan dê li şerên herêmî rû bidin. Parlamenterê Denîzlî yê Partiya ÎYÎyê Yasîn Ozturk ji Kurdistan24ê re ragihand, agirbesta di proseya Astanayê de hatiye wergirtin nayê cibicîh kirin. Ozturk amaje kir kêşeya Idlibê metirsiyên mezin bi xwe re tîne bo Tirkiyeyê û bo vê yekê jî hewceye demildest ev kêşe di parlamentoya Tirkiyeyê de bê nîqaş kirin.

Parlamenterê Denîzlî yê Partiya ÎYÎyê Yasîn Ozturk ji K24ê re got: "Mijara Idlîbê êdî bûye mijareke nakok. Li ser vê mijarê hewce ye demildest li parlamentoyê danişîneke girtî bê kirin. Çimkî ne di warê proseya Astana û ne jî sozên ku di bin garantoriya Rûsyayê de bo me hatine dayîn de geşedaneke erênî pêk nehatiye. Herwiha pêleke penaberan biqasî 700 hezaran jî aliyekî din yê vê mijarê ye. Divê Tirkiye demildest politikaya xwe ya Sûriyeyê biguherîne û li rêyên hevdîtinên bi Esed re bigere."

Parlamenterê Enqerê yê CHPê Nîhat Yeşîl ragihand wan beriya niha jî gotibe ku desthilatdariya AKPê di politikaya Sûriyeyê de xeletî kiriye. Yeşîl got; desthilatdariya AKPê ev yek kiriye mijara politikaya navxweyî lê belê wan beriya niha gelek caran hişyarî daye, tiştên ku li Idlibê diqewimin ne li feydeya Tirkiye û ne jî li feydeya Sûriyê ye. Yeşîl da zanîn hewceye ev kêşe bi rêya muzekereyan bê çareser kirin.

Parlamenterê Enqerê yê CHPê Nîhat Yeşîl dibêje: "Hewceye ev mijar bi eqlekî hevpar werê çareser kirin. Pêdivî bi berdewamiya muzakereyan heye. Dema hûn dibêjin proseya Idlibê, Sûrî kêşeyeke cuda derdixe holê û Rûsya jî ji aliyekî din ve li vê mijarê dinêre. Ger muzakere bidomin dê ev kêşe werê çareser kirin û înşellah em nekevin nav şerekî."

Ji aliyekî din ve parlamenterên AKPê dan zanîn îddîayên Rûsyayê ku dibêje Tirkiye zanyarî nedaye û ber bi herêmê ve çûye rastiyê nişan nade. Parlamenteran teqez kirin li Sûriyê muxatapên Tirkiyeyê yên li qadê rejîma Sûriyeyê ye.