Sûriye rêya navdewletî ya Heleb û Şamê kontrol kir

Piştî 8 salan artêşa Sûriyê ji bo yekem car dest danî ser rêya navdewletî ya Heleb û Şamê

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî 8 salan artêşa Sûriyê ji bo yekem car dest danî  ser rêya navdewletî ya Heleb û Şamê.

Aloziya li bakurê rojavayê Sûriyê di navbeyna artêşa Sûriyê û Tirkiyê de jî, bilind bû ye. Artêşa Sûriyê piştî kuştina 5 serbazên Tirk, karwanek serbazî yê Tirkiye jî, li rojavayê Helebê bombebaran kir.

Herweha berpirsek ji Wezareta derve ya Sûriye ji Ajansa fermî ya Sûriye SANA re aniye ziman, ku Tirkiye heremek berfereh a xaka Sûriye dagîr kiriye. Enqere piştgiriya teroristan dike û Civata Navneteweyî divê li hember kiryarên Tirkiye bêdeng nemîn e.

 

 

C.B