Akar: Li hember ên agirbestê binpê bikin, em dê zorê bikar bînin

Wezîrê Bergirî yê Tirkiye anî ziman jî: “Ji bo pêkanîna agirbestê û mayindekirin a wê, em hêzên nû rêdikin deverê. Ger çekdarên tundrew jî, agirbestê binpê bikin, em dê hemberî wan jî, helwêstê bigrin û zorê bikar bînin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergirî yê Tirkiye Hulusi Akar diyarkir, ku “Ji bo pêkanîna agirbestê û mayinde kirin a agirbestê, dê hêzên zêdetir ên Tirkiye biçin Idlibê û li hember her aliyê ku agirbestê binpê dike, dê zor were pêkanîn”.

Akar destnîşankir, ku: Ji civîna meha Cotmehê ya Wezîrên Bergirî yên NATOyê heya niha, gelek guherîn li derdora Idlibê rû dan e. Rejîma Sûriye herçend çar agirbest hatine ragihandin jî, êrîşên xwe berdewam dike û ev êrîş dema dawî zêdetir bûn e”.

Wezîrê Bergirî yê Tirkiye anî ziman jî: “Ji bo pêkanîna agirbestê û mayindekirin a wê, em hêzên nû rêdikin deverê. Ger çekdarên tundrew jî, agirbestê binpê bikin, em dê hemberî wan jî, helwêstê bigrin û zorê hemberî wan pêkbîn in. Xalên me yên çavderiyê dê bimîn in û di çavdêriya rewşê de rolek sereke bilîzin”.

 

 

 

C.B