“CHP bi gotin piştevaniyê li zimanê Kurdî dike, lê bi kirdarî nekiriye”

Vê carê jî lêkolîner û nivîskarên Kurd bang dikin ku eger CHP dilxwazê zimanê Kurdî ye bila ew bi xwe yasayek derbarê zimanê Kurdî de amade bike pêşkêşî parlementoyê bike.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Piştî ku Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglû ji Platforma Zimanê Kurdî re amaje kir ku CHP amade ye piştgiriya yasayên derbarê zimanê Kurdî de bike nîqaşeke nû derket holê. Vê carê jî lêkolîner û nivîskarên Kurd  bang dikin ku eger CHP dilxwazê zimanê Kurdî ye bila ew bi xwe yasayek derbarê zimanê Kurdî de amade bike pêşkêşî parlementoyê bike.

Di serdana Platforma Zimanê Kurdî ya bo Enqereyê de li gel Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglû jî hevdîtinek hatibû kirin û Kiliçdaroglû amaje kiribû ku CHP amade ye piştgiriya yasayên derbarê zimanê Kurdî de bike. Ev yek wek gav û helwesteke erênî hat şîrovekirin û li gel vê yeke jî ji ber rabirduya CHPê jî lêkolîner balê dikêşin helwestên polîtîk. Gerinendeyê Saziya Lêkolînê RAWESTê Rojesîr Gîrasûn amaje dike ku CHP bi devkî  gelek helwestên wiha nîşan daye lê encameke berceste nehatiye dîtin.

Rojesîr Gîrasûn ji K24ê re got: "Ji sala 1990an ve heta niha CHPê derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de 3-4 raport aşkere kirine lê li ser vê yeke pratîkek jî nehatiye dîtin. Dema ku hikumet jî di deste CHPê de ango SHPê de jî raportek aşkere kiribû û nêz de jî aşkere kir."

Di nava nivîskar û şîrovekarên siyasî yên Kurd de jî daxuyaniya Kiliçdaroglû bi erênî hat pêşwazîkirin, lê Şîrovekarê siyasî û nivîskar Îbrahîm Guçlu jî amaje dike ku eger CHP ji dil piştgiriya yasayên derbarê zimanê Kurdî de dike CHP bi xwe jî dikare bo vê yeke projeyasayekê amade bike û pêşkêşî parlementoyê bike.

Nivîskar Îbrahîm Guçlu dibêje: "Eger CHP di meseleta zimanê Kurdî de bi teybetî jî di perwerdeya zimanê Kurdî de eger qanunekê piştgşirî bike an jî amade bike ez bawer dikim ku gelek tiştî dikare biguherîne. Heta li Tirkiyeyê dikare reformeka zîhniyetê çêbike. Ji ber ku politikaya CHP tinekirina zimanê Kurdî bû, eger CHP vî tiştî bike wê demê pirr tiştan dikare biguhere."

Aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku eger CHP alîgirê xwedîstatubuna zimanê Kurdî ye divê rasterast ragihîne ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, nexwe vekirina qursên zimanê Kurdî gavên erênî ne lê çarenusa zimanê Kurdî gerentî nake.