Bahçeli: Rûsya bila destê xwe yê bi xwîn paqij bike!

Serokê MHP Dewlet Bahçeli: Rûsya divê xwîna liser rûyê Esed û di dest xwe de paqij bike! Tiştek nikare kiryarên Rûsya veşêre!

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymanê Partiya desthilat a Tirkiye AK Partî, Dewlet Bahçeli, ku Serokê Partiya Nîjadperest a Tirk MHP ye, bi gotinên tund êrîşî Rûsya kir.

Bahçeli di civîna fraksiyona Partiya xwe li Meclisa Tirkiye axifî û anî ziman: “Welatê me di bin gefên berfereh ên pirralî de ye. Têkoşînek mezin hemberî van gefan didin. Tirkiye li derveyî sînor û dinav sînor de jî berxwedanê dide, têkoşînê dide. Lê, bi Operasyonên xwe jî, destnîşan dike ku xwedî hêz û irade ye.

Dewlet Bahçeli bi gotinên tund Rûsya rexne kir: “Çar xalên me yên çavderiyê di bin gefê de ne. Rêkeftina Soçî li kude ye? Hevdîtinên şandan çi pê hat? Rûsya divê xwîna liser rûyê Esed û di dest xwe de paqij bike! Tiştek nikare kiryarên Rûsya veşêre! Wezareta derve ya Rûsya li dij min daxûyanî da ye, ez vê daxûyaniyê gotin bi gotin li wan vedigerînim! Rûsya piştgirê Esed e! Ji derveyî Tirkiye, kes yekperçeyiya Sûriye naperêze. Ji Tirk pê ve kes dostê Tirk nîn e”.

 

 

 

C.B