ENKS: Tirkiye tekez kiriye ne dijî mafên Kurdên Suriyê ye

Bi hevdîtina Wezîre Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavûşoglû ligel Şand a ENKS carek din helwesta Tirkiye ya hember mafên Kurdan hat rojevê. Serokatiya ENKS dide zanîn, Tirkiye tekez kiriye, ku ne li dijî mafên Kurdan e. Parlementerên AK Partiyê jî dibêjin, ji berê de, desthilata AK Partiyê piştgirê mafên Kurdên Sûriyê ye.

K24- Amed

Bi hevdîtina Wezîre Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavûşoglû ligel Şand a ENKS carek din helwesta Tirkiye ya hember mafên Kurdan hat rojevê. Serokatiya ENKS dide zanîn, Tirkiye tekez kiriye, ku ne li dijî mafên Kurdan e. Parlementerên AK Partiyê jî dibêjin, ji berê de, desthilata AK Partiyê piştgirê mafên Kurdên Sûriyê ye.

Bi operasyonên Tirkiyeyê yên hember Rojavayê Kurdistanê rexneyên tûnd li Tirkiyeyê hatin kirin ku Tirkiye dijberiya Kurdan dike û qebul nake ku Kur dli Suriyeyê bibin xwedî statü. Derbarê vê mijarê de jî piştî operasyonên serbazî yên Tirkiyeyê cara yekem li Tirkiyeyê bi awayeke fermî ji aliyê Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû ve pêşwaziya şandeyek a ENKSê hat kirin. Endamê Rêveberiya Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mihemed Ismaîl derbarê hevdîtinê de da zanîn ku Tirkiyeyê piştgiriya hewla aramiya Rojava aniye zimên û teqez kiriye ku ne li dijî mafên Kurdan e.

Mihemed Ismaîl- Endamê Rêveberiya Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), dibêje:"Tirkiyeyê teqez kir ku hemu alî û pêkhateyên Sûriyeyê  divê xwedî maf bin. Ji me re gotin ku ew piştgirin di makezagona Sûriyeyê Kurd jî hebin û bigihîjin mafên xwe."

Parlementerên Ak Partiyê yên bajarên Bakurê Kurdistanê jî di wê baweriyê de ne ku Tirkiye di pêvajoya bidestxistina mafan de li hember Kurdên Sûriyeyê nabe asteng. Parlementerê Ak Partî yê Diyarbekir Ebûbekîr Bal dibêje ew ji berê de bang dikin ku Kurdên Sûriyeyê bigihîjin mafên xwe yên neteweyî.

Ebûbekîr Bal-Parlementerê Ak Partî Yê Diyarbekir- got:"Serokê me Recep Tayyîp Erdogan ji serî de ji Beşar Esad re gotiye ku divê hun mafên Kurdên Sûriyeyê bidin. Em dixwazin Kurdên Sûriyeyê bigihîjin mafên xwe."

Li gorî hin aliyan di demên dawîn de helwesta Tirkiyeyê ya derbarê Kurdên Sûriyeyê de erênî tê dîtin lê stratejîst balê dikêşin ku  helwesta Tirkiyeyê li gorî tevgerên Emerîka û Rûsyayê tê guherîn û bûyerên qadê dikarin ji nişka ve rewşa siyasî biguherîne Ji ber vê yekê jî yekdengî û yekrêziya aliyên Rojava bo çaresnusa Kurdên Sûriyeyê gelek krîtîk e.