Li Tirkiyê bi pergaleke sîstematîk ya perwerdeyê Kurdî tê tûnekirin

Li Tirkiyê ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bi awayekî fermî bê naskirin platform têne avakirin û çalakî têne sazkirin. Li paytexta Tirkiyê Enqere, bi panelekê giringiya perwerdehiya zimanê Kurdî hate nirxandin. Akademisyenên beşdarî panele bûn diyarkirin, ku îro bi pergeleke sistematik a perwerdehiyê, Kurdî tê tunekirin. Siyasetmedar jî dibêjin, jiber bêstatûbûn a zimanê Kurdî, îro nabe zimanê perwerdehiyê.

K24- Enqere

Li Tirkiyê ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bi awayekî fermî bê naskirin platform têne avakirin û çalakî têne sazkirin. Li paytexta Tirkiyê Enqere, bi panelekê giringiya perwerdehiya zimanê Kurdî hate nirxandin. Akademisyenên beşdarî panele bûn diyarkirin, ku îro bi pergeleke sistematik a perwerdehiyê, Kurdî tê tunekirin. Siyasetmedar jî dibêjin, jiber bêstatûbûn a zimanê Kurdî, îro nabe zimanê perwerdehiyê.

Li Tirkiyê Di heyamên dawî de yek ji mijara sereke ya di nava civata Kurdan de perwerdehiya bi zimanê Kurdî ye û heta ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê li Diyarbekiriê tora zimanê Kurdî jî hate avakirin. û bi partiyên siyasî û rêxistinên navdewletî re hevdîtin pêk anîn ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê li Tirkiyê. Li gel vê yekê Li Enqera paytexta Tirkiyê jî di çarçoveya roja zimanê zikmakî de li ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî bi beşdariya zimanzan, akademisyen û parlementerên Kurd panelek hate sazkirin.

Di panelê de Akademîsyen Prof.Dr. Fatma Gok li ser pirçandî û pirzimaniya li Tirkiyê axaftinek kir û da diyarkirn ku îro li Tirkiyê bi perwerdehiya yek zimanî pir çandiya Tirkiyê tê tunekirin û rê li ber vê yekê tê vekirin ku zimanê Kudî ku bi milyonan kes diaxive ji holê bê rakirinû ev yek weke bişaftin veke bi pergal tê birêvebirin.

Prof.Dr.Fatma Gok- Akdemîsyen- got: Bê gûman hemû ziman bi qîmetin û pêwîste her gelek zimanê xwe hîn bibe. Li gel vê yekê ji bo ku zimanê xwe hîn bibe, nasnameya xwe bi her awayî bijî û çanda xwe li ser piyan bihêle şerte ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bistîne. Di platformên navdewletî de ez nikarim îzah bikim ku zimanê bi milyonan Kurdan hatiye qedexekirin û perwerdhî nayê dayîn. Îro ji berk u perwerdehiyeke yek zimanî heye di serî de Kurdî nêzîkê 18 ziman bi nemanê re rû bir û ne.

Parlementerê HDPê yê Wanê Tayîp Temel jî sedemên astengkirina perwerdehiya bi zimanê Kurdî û çalakiyên rêveberiya HDPê ya nû ji bo zimanê Kurdî wiha rawe kir.

 

Tayîp Temel -Parlementerê HDPê Yê Wanê- dibêje: Em dizanin ku sedemê pêknenaîna zimanê Kurdî ya di qada perwerdê de dîsa di qada jiyanê de heta sebebê ber bi mirênêve birina vî zimanî eve ku di warê polîtîk de, di warê siyasî de û di warê statü de Kurd nehatine naskirin û tê înkarkirin. Di parlementoyê de parastina mafê zimanê kurdî

weke rojeveke esasî ku li pêşiya programa HDPê ji bo vê jî wê kampanya bêne kirin, wê miting bêne kirin vê têkoşîna polîtîk bê kirin ji bo ku Kurdî bibe mîsoger di qanûnên Tirkiyê de.

Zimanzan û siyasetmedar amaje pê dikin ku li Tirkiye ji ber ku ev 100 sal in li dijî Kurd û Kurdî bi awayeke sistematik bişavtinekê tê birêvebirin taybetî li bajarên bakurê Kurdistanê jî rêjeya kesên ku bi Kurdî diaxawin daketiye ji sedî 40,45an û ji sedî 90ê nifşên nû yên Kurd zimanê Kurdî naaxavin. Ji loma jî beşdarên panelê dibêjin ji bo zimanê Kurdî taybetî zaravayê Kurmancî jî xetereyeke mezin li be derî ye û hewceye rewşeke awarte bo parastina zimanê Kurdî bê ragihandin.