“Li Pêşiya Kurdên Rojava sê rêyên dîplomatîk hene"

Di wê rewşa aloz de li pêşiya Kurdên Rojava çi heye.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Li Sûriyê aloziya di navbera Rûsya û Tirkiyê de ya li ser Idlibê piştî Kuştina 33 leşkerên Tirkiyê derbasî qonaxeke din bû û berev bi şereke mezin ve diçe. Ligel vê yekê çawê hemû cîhanê jî li ser Idlibê ye. Di wê rewşa aloz de li pêşiya Kurdên Rojava çi heye ev yek ji aliyê piposrên Tirkiyê ve hate nirxandin li gorî pisporan Kurd li Sûriyê di rewşeke baş de ne û egere heye rojên pêşiya me de li ser statû û mafên wan de gavên girîng ji aliyê Sûriye û Rûsyayê ve bê avêtin.

Rewşa Idlibê ku ev heyameke di navbera Tirkiye û Rûsyayê de bûye sedema rageşîyê bi êrîşa Rejîma Sûriyê ya li ser leşkerên Tirkiyê û bi mirina 33 leşkeran derbasî qonaxeke xeterneaktir dibe. Piştî armanckirina leşkerên Tirkiyê ji aliyê amerîka, NATO û welatên Ewropayê peyamên piştgiriyê bo Tirkiyê hatin ragihandin û niha çawê hemû cîhanê li ser Idlib û pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê ne. Gelo dê vê proseya ku hemû layen behsa Idlibê dikin di acendeya Kurdên Rojava de çi heye? Bi kîjan aliyan re di nava hevdîtin û pêwendiyan de ne.

Derbarê vê mijarê de Pisporê pêwendiyên Navdewletî Doç.Dr.Vahap Coşkun da diyarkirin ku li Sûriyê niha bala hemû aliyan li ser Idlibê ye û dema proseya yaseyî dest pê kir dê Kurd bikevin devreye û li pêşiya kurdan niha sê rêyên dîplomatîk hene.

Doç. Dr. Vahap Coşkun ji K24ê re got: “Dema ku li Sûriyê prosesa qanûnê destpêbike wê çaxê Kurd dikarin bikevin devre. Anka wexta ku ez dîplomasiya Kurdan temaşe dikin sê rêyên dîplomasiyê hey eli pêşiya Kurdan. Yek navbera Kurdan dîplomasiyek heye. Navbera ENKS û TEVDEM dîplomasiyek heye û dixwazin yekitîyekê çêbikin. Navbera Kurd û Rûsyayê dîplomasiyek heye û navbera Kurd û şamê dîplomasiyek heye û dê ev dîplomasî berdewam bikin em vê yekê dibînin.”

Li gorî Prof. Dr. Bîlal Sambûr jî Kurd niha li suriyê di rewşwkw baş de ne ji ber ku Rûsya,Sûriye û Amerîka dijî Tirkiyê piştevaniya Kurdan dikin û dibe ku rojên bê de di lijneya avakirina yaseya Sûriyê de bibin xwedî statu.

Pisporê pêwendiyên navdewletî Prof.Dr.Bîlal Sambûr dibêje: “Kurd ji xwe jı seri ve rejîma Sûriyê re tu şer nekirine. Têkiltiyeke kur û dîplomatîk bi Rûsyayê re heye. Rusya Kurdan û rejîma Sûriyê tîne ber hev û cîvîn navbera wan de çêdike. Dibe ku Kurd rojên pêşiya me de di komisyona bingehîn de û di navbera Sûriiyeî Rûsya û îranê de cihekî xurt dikarin bigrin.”

Pispor amaje pê dikin ku her çiqas niha rewşa Sûriyê li ser Idlibê aloz be û Tirkiye amadekariyên operasyoneke bejahî bo ser Idlibê bike jî Kurd poltîkayeke hay ji xwe heyî birêve dibin û ev yek di yaseya nû ya bo Sûriyê de û di warê nasîna statû û mafên Kurdan de gavên erênî dê bi xwe re bîne.