Şoygu û Akar liser Idlibê û bicîhkirina rêkeftinan axifîn

Wezîrê bergirî yê Rûsyayê Sergey Şoygu, pêwendîyek telefonî ligel hevpostê xwe yê Tirk Hulusî Akar encam da û tê de rewşa Idlibê gotûbêj kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrên bergirî yên yên Tirkiye û Rûsyayê rewşa Idlibê û bicîhkirina rêkeftinan gotûbêj kirin. Tirkiyê jî tekez dike, ew dê pabendî sozên xwe bibin.

Wezareta bergirî ya Rûsyayê ragihand, Wezîrê bergirî yê Rûsyayê Sergey Şoygu, pêwendîyek telefonî ligel hevpostê xwe yê Tirk Hulusî Akar encam da û tê de rewşa Idlibê gotûbêj kirin.

Ligor Wezaretê, Şoygu û Akar babetên girêdayî belgenameya cîbicîkirna beyannameya dûbare vegerandina aramiyê li Idlibê girtin dest. Herweha Wezareta bergirî ya Tirkiye ragihand, ku Wezîrê bergiriyê tekezî li pabendibûn bi sozên, derbarê rawestandina şer li Idlibê dan e, kiriye.

Ji alîyek din ve, Wezareta bergirî ya Rûsyayê daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê derbarê jinavbirina heşt sîstemên bantisîr ên bergirya asmanî ji alî artêşa Tirk ve li Idlibê, red kir.

Di 5ê vê mehê de, li Moskow Serokê Rûsyayê û Serokomarê Tirkiyê belgenameya bidawîkirina şer li Idlibê pejirandibûn.

 

 

C.B