Wezareta Navxweyî ya herêma Kurdistanê biryarên nû ragihandin

Wezareta Navxweyî ya herêma Kurdistanê çend biryarên nû derxistin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Navxweyî ya herêma Kurdistanê çend biryarên nû derxistin:

Yekem: Rawestandina hatinûçûna dinav her dû bajarên Hewlêr û Silêmaniyê ji bo dem a 48 demjimêran, ku ji îşev demjimêr 12:00 şevê destpê dike.

Dûyem: Pêwîst e welatî di malên xwe de bimîn in, heta ku tîmên tendirustî bikarin karên xwe encam bidin û ji bo her haletek gumanlêkirî pêwendyê bi hêla germ 122 bikin û pêwîst e. ew welatî di cihê xwe de bimîn in, heta ku tîmên tendirustiyê bi hawara wan ve biçin.

Sêyem: Pêwîst e ew welatiyên ku ji Îranê bi rêyên neyasayî vegeriyan e, bi zûtirîn dem xwe bi tîmên tendirustiyê bidin naskirin. Berovajî vê yekê, ji bilî birina wan ji bo kerentîkirinê, dê ligor yasayê ji bo dadgehê, bi tometa bi enqest belavkirina nexweşiyê û vegera bi rêya neyasayî bên radest kirin.

Çarem: pêwîst e Jûra Operasyonên her dû parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê û hemû tîmên tendirustiyê û hêzên ewlekariyê, bikevin haleta amadebaşiyê, bi mebesta bicîkirina birgehên ku li serî me amaje pê kirî.

Pêncem: Ew welatiyên Iraqî û biyanî yên ku ji piraniya welatên Ewrûpa, ku navên wan li wêbsayta Kurdistan24 hatine belavkirin, tên herêma kurdistanê, di dem a gihiştina wan ji bo dergehên sînorî yên herêma Kurdistanê, eger sîh rojan beriya gihiştinê li wan welatan bin, dê piştî pişkinîna destpêkî, pêwîst e ji bo kerentîkirinê bên birin, heta derbasbûna wê demê, ku Wezareta Tendirustiyê destnîşan kiriye.

Wezareta Navxweyî ya herêma Kurdistanê herweha ragihand, her welatiyek herêma Kurdistanê di 30 rojên borî de seredana Lubnanê kiribe, dema ku vegere, dê were kerentîkirin.

Wezareta Navxweyî herweha radgehîne, biryara qedexekirina hatinûçûna di navbera bajarên herêma Kurdistanê de, karmendên dezgehên ragehandinê li xwe nagre.

 

 

 

C.B