Rêveberiya Xweser: Liser rêgiriyên Korona, bi sazûmanên navneteweyî re di pêwendiyê de ne

Hevserokê Desteya Cîbicîkar ê Rêveberiya Xweser Telet Mhemed destnîşankir, ku Rêveberiya Xweser gelek rênimayên rêgiriya Vayrosa Korona li rojavayê Kurdistanê girtine ber

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Ragihandina Serokê Rewangeha Sûriye ya Mafên Mirovan Ramî Ebdurehman bo K24 a hebûna Vayrosa Korona li Sûriye, li rojavayê Kurdistanê jî deng veda û pirsa rêgiriya Vayrosa Korona yek ji mijarên sereke li rojavayê Kurdistanê ye.

Hevserokê Desteya Cîbicîkar ê Rêveberiya Xweser Telet Mhemed destnîşankir, ku Rêveberiya Xweser gelek rênimayên rêgiriya Vayrosa Korona li rojavayê Kurdistanê girtine ber.

Hevserokê Desteya Cîbicîkar ê Rêveberiya Xweser Telet Mhemed got: “Piştî belavbûna vayrosa Korona li welatên herêmê, cîhanê û bi taybetî yên dewrûber Rêveberiya Xweser gelek rûnimayên rêgiriya Vayrosa Korona daye pêşya xwe. Çalakiyên cemawerî hatine rawestandin, xwendingeh ketine bêhnvedanê, heman yek ji saziyên Rêveberiya Xweser re jî hate biryar girtin, ku personal bikeve bûhnvedanê û bi sift kar bike. Hemû deverên, ku kombûn li wan çêdibin û saziyên Rêveberiya Xweser bi dermanê dijî Vayrosê hatin reşandin. Ev yek wekî pêngava yekemîn tê kirin, di pêngava duyemîn de hemû kolan, cade dê werin reşandin. Herweha jib o ku çawa gel bikaribe xwe biparêze helkeftên me her berdewam in. Ji alî tendirustî ve, navendên sarêjiyê, ji bo ku hem pişkinîn bên kirin, hem jî sarêjiya nexweşiyê bê kirin amadeyiyên me tên kirin”.

Liser pabendnebûn a bi rênimayan, ji alî dezgehên Rêveberiya Xweser bi xwe jî Telet Mhemed diyarkir: “Rast e, heta niha biryarên rawestandina kombûnên girseyî hatiye standin, lê heta niha jî, kombûnên biçûk çêdibin. Hîn jî tevgera gel, liser kolanan, cadeyan berdewam e. Niha em dixwazin bigrin rojeva xwe, ku kombûnên biçûk jî rawestîn in. herweha çalakiyên, ku dikarin kombûna xelkê li gel xwe peyda bikin, rawestîn in. Dixwazin ku tevgera ge  û hatinûçûnê l li derve jî, kêm bikin”.

Desteya Cîbicîkar ê Rêveberiya Xweser Telet Mhemed herweha anî ziman, ku: “Rêveberiya Xweser ligel dezgehên navneteweyî dinav pêwendiyan de ye, bi taybet ligel Rêxistina Tendirustiya Cîhanî. Lê, desthilata Şamê dibêje, tu tûşbûyên Vayrosa Korona nîn in. Niha em ligel rejîmê jî diaxifin, ku hin xalên kontrolê li firokxane û dergehan bên danîn”.