Tirkiye: Fermandarê berê yê Hêzên Bejahî ji Vayrosa Korona mir

Fermandarê berê yê Hêzên Bejahiyên Artêşa Tirkiyeyê Aytaç Yalman ji ber vayrosa koronayê miriye

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê berê yê Hêzên Bejahiyên Artêşa Tirkiyeyê Aytaç Yalman ji ber vayrosa koronayê miriye. Hevjîna Yalman tê dermankirin.

Fermandarê berê yê Hêzên Bejahiya Tirkiyeyê Aytaç Yalmanê 79 salî, ji ber nexweşiyê hefteyek berê li nexweşxaneyeke Stenbolê dihat dermankirin.

Berpirsê Nexweşxaneyê da xuyakirin, Fermandar Yalman pêketiyê korona bû û li gor lêkolînên wan ji vayrosa korona sê roj berê canê xwe ji dest daye. Da zanîn, testê hevjîna Yalman jî pozîtîf derketiye û dermankirina wê berdewame.

Di nav daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê de mirina Yalman nebû.

 

 

C.B