Halis Yerlikaya: Ger vayros nekeve bin kontrola, metirsiyek mezin li Tirkiye dikare rû bide

Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijişkên Tirkiye Halis Yerlikaya, liser rewşa Vayrosa Korona li Tirkiye ji K24 re diyarkir, ku her diçe rewş zêdetir metirsîdar dibe

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijişkên Tirkiye Halis Yerlikaya, liser rewşa Vayrosa Korona li Tirkiye ji K24 re diyarkir, ku her diçe rewş zêdetir metirsîdar dibe.

Halis Yerlikaya anî ziman, ku: “Bi hezarên kesên, ku ji Ûmre vegeriyabûn, bêyî karantina û pêdaçûnekê li tevayiya Tirkiye belav bûn. Ligor agahdariyên di destê Me, wekî Yekîtiya Bijişkên Tirkiye jî, kesên bandor ji Vayrosa Korona dîtû, tûşbûyî, ji hejmarên ku tên ragihandin zêdetir in. Rewş ne baş dibe.Tedbîrên, ku li dijî Vayrosa Korona bên wergirtin jî, dive zû derbasî jiyanê bibin“.

Ligor Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijişkên Tirkiye Halis Yerlikaya, herweha testên ku ligel kesên ji derve derbasî nav Tirkiye bûn e jî, zûtir û efektîvtir hatiba kirin. Jiber ku ew yek nehate kirin, û ger nexweşûn bi Vayrosê ketî hebin û nehatibin izole kirin, em bi rewşek gelek metirsîdar re berbiçav dibin”.

Halis Yerlikaya destnîşankir: “Rêgiriya herî giring ew e, ku nexweşî bikeve bin kontrolê de û zêdetir dinav xelkê de belav nebe. Ger ew yek nebe, dê saziyên tendirustiyê yên Tirkiye dê bixitimin û pirsgîrekên mezin rû bidin”.