Veman Linevai: Em Newrozê tendirust li malên xwe pîroz bikin

Rewşenbîr û welatparêzên Kurdistanê insiyatifek a pîrozkirina Newrozê bi navê “Newroza Kurdistanek Tendirust” dan destpê kirin.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Belavbûna Vayrosa Korona li seranserî cîhanê û metirsiyên we di kombûnên cemawerî de, pîrozkirinên cemawerî ya Cejna Neteweyî û Sersala Kurd Newroz jî da rawestandin.

Vê rastiyê, çendîn rewşenbîr û welatparêzên Kurdistanê han da, ku insiyatifek a pîrozkirina Newrozê bi navê “Newroza Kurdistanek Tendirust” bidin destpê kirin.

Yek ji insiyatifgirên vê helkeftê Veman Linevai ji K24 re anî ziman, ku “Cejna Newrozê bi hezarên salan e, ji aliyê Neteweya Kurd ve tê pîrozkirin. Deşt, çiya, bajar, gund, dibin qadên pîrozkirinên Newrozê, ku gelê Kurdistanê bi agirê Newrozê hevûdu pîroz dike. Ji xwe armanca Newrozê – nûkirina peymanê Kurdayetî û Kurdbûnê ye. Dema Neteweyê Kurd li siruşt û qadên Kurdistanê de kom dibin û li hevûdu pîroz dikin, vê peymanê nû dikin. Lê mixabin, îsal rewş gelek cuda ye. Jiber metirsiya belavbûna Vayrosa Korona Neteweyê Kurd nikare li deşt, zozan û siruşta Kurdistanê li hevûdu kom bibe û bi agirê Newrozê cejna xwe pîroz bike. Lê, her kes dikare li mala xwe Newroza xwe pîroz bike. Insiyastîta me jî, jib o tevayiya Kurdistanê û tevayiya neteweyê Kurd/Kurdistanê ye”.

Veman Linevai got: “Wekî bandora Vayrosa Korona, li Italya, li Australya, li Israîl, li Norweç li her deverek cîhanê, ew neteweyê li malên xwe bi bilindkirina al ên xwe yên neteweyî peymana neteweya xwe taze dikin û cêjnên xwe pîroz dikin. Em jî dikarin Newroz  a xwe, cejna xwe ya neteweyî bi awayek tendirust pîroz bikin. Bi Al a Kurdistanê, bi cilûbergên Kurdî, bi xwarinên Kurdî, bi rêz a Kurdistanê…”.