6 tûşbûyên nû yên Vayrosa Korona li Silêmaniyê hatin tomar kirin

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê tûşbûna 6 welatiyên din li Silêmaniyê bi Vayrosa Korona ragihand

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê tûşbûna 6 welatiyên din li Silêmaniyê bi Vayrosa Korona ragihand.

Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxûyaniyekê de ragihand, di 24 demijmêrên bûrî de pişkinîn ji bo 178 kesan encam da ye, ku 27 li Hewlêrê, 64 li Silêmaniyê û 87 li Duhokê encam dan e. Di encam de 6 tûşbûyên nû li Silêmaniyê tomar kirin e, ku 5 ji wan zilam in û yek jin e, ku sê ji wan kesên nêzîk û berkeftiyên tûşbûyê, ku beriya niha canê xwe jidest da bû ne û yek ji tûşbûyan jî, ji welatê Îspanya vegeriya ye.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand jî, hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê tûşî korona bûn e 47 kes in. Ji wan yek kes canê xwe jidest da ye û 13 bi temamî baş bûn e, û yên din jî, di bin çavdêriya bizîşkî de ne.

 

 

 

C.B