Nîvê pirsnameyên Parlementerên Tirkiye, bêbersîv dimîn in!

Serokatiya Parlementiya Tirkiye: di vê dema Parlementoya Tirkiye de 6 hezar û 35 pirsname bo Serokomariyê çûn e. 3 hezar û 38 pirsname her bê-bersiv man e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê Partiya Komarî ya Gel – CHP ê Muglayê Mursel Alban, ji Serokê Parlementoya Tirkiye Mustafa Şentop pirsiye, ku, Serokomarî ya Tirkiye çend bersîva pirsnameyên Parlementerên Tirkiye dide.

Ligor bersîva Serokatiya Parlementiya Tirkiye, di vê dema Parlementoya Tirkiye de heta niha 6 hezar û 35 pirsname bo Serokomariyê çûn e. 6 hezar û 13 pirsname daxwaza bersivê kirin e. 828 pirsname di dema diyarkirî de bersiv wergirtin e. 2 hezar û 74 pirsname piştî dema diyarkirî hatine bersivdan. 3 hezar û 38 pirsname her bê-bersiv man e.

Ligor Parlementerê Mugla yê CHP Parlementer nûnerên gel in û gava pirsnameyan didin, dive di çarçoveya yasayê û pîvanên demokrasî û şefafiyê de bersiv bê dan. Lê, li Tirkiye ew pîvan birêve naçin.

 

 

C.B