Li Efrînê koçberekî Ereb bi guleya çekdarekî hat kuştin

Koçberekî Ereb li navçeya Cindirêsê ya Efrînê bi guleya çekdarekî ser bi artêşa Tirkiyê ve hat kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Koçberekî Ereb li navçeya Cindirêsê ya Efrînê bi guleya çekdarekî ser bi artêşa Tirkiyê ve hat kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li navçeya Cindirêsê di dema belavkirina alîkariyên mirovî li ser koçberên Ereb de û ji ber dirustbûna qerebalixiyê, çekdaran gule berdan û di encamê de koçberekî Ereb ê bi temen hat kuştin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, gelek navendên serbazî di nava gund û bajarokên Efrînê de hatine dirustkirin û çekdar jî bê berpirsyatî bi çekên xwe tevdigerin û bêyî jiyana welatiyan li ber çavan bigirin, guleyan berdidin.

Bi dagîrkirina Efrînê ji berî du salan ve, di çarçova guhartina demografî de, li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, dora 460 hezar koçberên navçeyên cuda yên Sûriyê li Efrînê hatine bicihkirin.

 

S. B