Stevie Wonder ê Kurdan Saîd Gabarî koça dawî kir

Kurd24

(Hûner û dengbêjiya Kurdî hosteyekî xwe ji dest da)

Di temenê 64 salan de mirin, zû ye û zor e.

Ji bo hûnermendekî wekî Saîd Gabarî koça dawî hêj zêdetir dijwar e.

Le mixabin wî bi xwe bi vê nexweşiya xwe ya dijwar nizanibû ye. Nexweşiya bê derman pençeşêrê ji nîşka ve û demekî kurt de pişika wî û mejiyê wî dagîr kir. Ev nexweşî wisa ye, tu di destpêkê wê de hay jê bî, dikarî pê re cengekî daxî. Lê eger ew taybet li pişik, li xwînê, li mejî bide û bergê ji te bigre, wekî rewşa hûnermendê me de, careya ku mirov xwe jê rizgar bike, mixabin kêm e. Bê talihiyekî rahmetî jî ew bû ku nexweşiya wî di vê demê ku hat û çû nîne de rûda û ew nikaribû were Almanya û li vê derê li çareyekî bigere. Gelekî hewldan çêbû, lê ji ber rewşa wî ya ku di komayê de bû, firokeyek bihata dîtin jî, li goreyê agehiyan rêwîtiya wî dê ji aliyê tibî ve ne mumkîn bûya.

Min rewşa kekê Saîd ji roja yekemîn de ji nas û dostan nêzîk ve şopand. Hezar heyf û mixabin, rewşa wî dijwar bû. Ya kekê Saîd jî heta îro bû. Mirov dikare bêje van çend rojên dawî alîkariya bi tibê dilê wî hêj lê dida.

Ji malbata wî re, ji kekê Îbrahim Gabarî re serxweşiyê dixwazim. Ji wan re û ji hemî hezkiriyan re, ji me hemiyan re sersaxiyê dixwazim. Ruhê wî şad be, cîhê wî buhişt be.

Rahmetî kekê Saîd, hûnermendekî serkevtî û kêrhatî bû. Ji herdu çavan korbûna wî, taybetmendiyekî din dida wî. Kesên wî hinekî ji nêzîk ve nas kiribin, seda sed bala wan jî kişandiye, belê çavên wî nedidîtin, lê te digot qey ew hêza ji samana dîtinê tê, li gohên wî û hafiza wî hatiye parve kirin! Dengê bibihîsta jibîr nedikir. Rojekî dengê yekî kiriba piştî salan ew deng nêzîk bibûya, xeber bida, wî yekser tê derdixist, ew deng dengê kî ye, ew kes kî ye?

Yek jî ew nav û bûyerên ku wî bihîstibû û di bîr û hizra xwe de bi cîh kiriba, sal û dem di ser re derbas dibû, demê bahsa wê bûyerê bibûya, dihat bîra wî bi nav û cîh û dem.

Ez bi xwe bûme şahidê van xususiyetên wî.

HUNERMENDÊ RASTGO KEKÊ SAÎD GABARÎ

Çend taybetmendiyên dilovan:

* Serê hemî taybetmendî û hêjayiyên kekê Saîd, ew Kurdekî kurdewar û Kurdistanparêz bû. Belê, Kurdbûna wî û hezkirina wî bo welatê wî Kurdistanê ji bo wî destpêk û dawî bû. Qibleya wî Kurd û Kurdistan bû.

* Ew dîrokekî devkî bû yê şahidê demê xwe û rewşên ew tê de beşdar bûyî.

Ji aliyê têgihîştin û nirxandina bûyeran ve, yekî gelekî eqil, serwext, jîr û zana bû.

Bûyerekî bibihîsta dikarî di demekî kurt de li ser wê bûyerê helwestekî diyar bikira. Wî dikarî zû bi zû nirxandin û helwestên xwe bi riya hûnerê xwe û bi hevaltiya tenbûra xwe rabigihîne. Ew hozanekî gelî zana, serwext û berhemder bû.

* Rastgoyî ya wî, ji xwe min di sernivîsa xwe de bi cîh kiriye.

Di zimanê Tirkî de gotinekî heye "Körkadi" (bi Kurdî Qadiyê kor). Dibe ku ev bêje (îdiom) bi Kurdî be jî, lê ji ber ez nizanim vê pirsê dihêlim ji xwendevanan re.

"Körkadi" an bi Kurdî Qadiyê kor, di maneya rastgoyiyê û teslîm kirina heqaniyetê de jî tê bikaranîn. Yanî edalet, dad beramberê nirxandina bûyeran "kor" e. Biryara bidê, ne li goreyê kesê dibîne dide, lêbelê li goreyê rastiyên bûyerê dide. Ji ber vê yekê nîşana edaletê jî, jina di destê wê  de terazî, çavên wê pêçandî ye. Yanî edalet bûyeran li teraziya rastiyê dide û bi çavên girtî, bê ku bizane kî li pêşiyê rûniştiye, biryarê derheqê wî/wê de dide.

Bêjeya "Qadiyê kor" di wateya rastgoyiyê de jî tê bikaranîn.

Bi qasî min wî nas kirî, Saîd Gabarî "Qadiyekî kor" bû! Rastgo bû, gotinên xwe raste rast digotin.

Nav û dengê rahmetî Saîd Gabarî, min salên 1974/75 an bihîstibû. Li Diyarbekirê li Melik Ahmedê pasajekî hebû bi navê "Japon Pasaji", li wê pasajê li qata yekê dikanekî kasetên muzîkê hebû. Eger ez şaş nebim navê dikandar Salah bû (bawer dikim welatperwerekî eslê xwe ji Mêrdînî, ji Omeriyan bû). Min sala 1975an kasetên dengbêjên me yên wekî Saîd Gabarî, Saîd Yusuf, Aram Dikran, Mihemed Şêxo ji wî dikanî kirî. Hinek kaset hebû seranser ser navê dengbêjekî bû, hinekî têkilhev bû. Baş tê bîra min, meha sibatê 1975an demê ez ji Kirşehirê hatim bêhnvedana zivistanê, min li vegerê çend kasetan ji dikanê Japon Pasaji kirî û bi xwe re bir Kirşehirê. Serçaviya min û ez bawer im, ya gelekî welatparêzên din ev dikan bû. Wan deman kasetên Kurdî qedexe bû.

Sala 1972an jî min çend lib “Alfabe” ya Kurdî ya hemşehriyê me rêzdar Muftî Mehmet Emîn Bozarslan (nuha li Swêdê li bajarê Upsala dijî) ji birayê wî rahmetî terzî Emiyê Salim kirîbû û bi xwe re biribû Kirşehirê. Kurdên Kirşehirê cara yekemîn “Alfabe” ya Kurdî didît. Ew jî qedexe bû û wê demê kekê Muftî M. E. Bozarslan jî ji xwe di hefsa Diyarbekirê de bû ji ber tohmeta “Kurdçîtiyê”. Yek sucekî wî jî nivîsandina wê “Alfabe”yê bû.

Axir… dem û dewran wisa ye, ji ku em hatin gîhan kû derê? Alfabeya kurdî yasax bû, jibergirtin û firotina kasetên kurdî qedexe bû! Me wan “Alfabe”yan jî kasetan jî wekî “male kaçax” vedişêrî. Rê de jî şoferên nas yên otobusan ji me re vedişêran û li Kirşehirê an li Ankarayê, ji wê cîhê veşartî derdixist û didane me. Min Alfabeyan jî û kasetan jî bi otobusa kur xalê Muftî, Hecî Riza Bingol re biribû Kirşehirê.

Kilamên dengbêjên me, yên hozanên me rolekî mezin hebû di şiyar bûna neteweyî de. Li bakurê welat li hêla Diyarbekirê wan dema Eyşe Şan, Huseyinê Farê, Mahmud Kizil navdar bûn. Xelkê ji radyoya Erîvanê û radyoya Bexdayê jî kelaman gohdarî dikir. Piştî salên 1973 hêdî hêdî kasetên M. Arif Cizrewî, Hesen Cizrewî, Tahsin Taha, Aram Dikran, kilamên radyoya Erîvanê û Bexdayê, yê Mehemed Şêxo, Saîd Yusuf û Saîd Gabarî jî belav bûn. Kurdên bi aliyê Serhedê ve diçûn dihatin haya wan ji dengbêjên wekî Sidîqê Berberê Kanî Reşî û Şakiro jî hebû. Li hêla Licê dengbêjekî Hêneyî hebû, Xalitê mala Şêx şerîtekî wî hebû. Bêhtir li ser qiyama Şêx Saîdê Pîran digot. Ew dengbêjana xizmetkarê ziman û hozan û hosteyê şiyarbûna kurdewariyê bûn. Piştî salên 1975î Şivan û Gulistan Perwer û Şiyarê Farqînî navê wan belav bû û gelekî komikên muzîka Kurdî jî çêbûn. Kilamên M. Arif, Aram, M. Şêxo, Said Yusuf û Saîd Gabarî hemza muzîka kurdî dagirtibû û wê hemzê êdî muzîka kurdî av dida.

STEVIE WONDERÊ KURDAN: SAÎD GABARÎ

Stevie Wonder, wekî gelekî xwendevan dizanin, dengê „reşikan“ e li Dewletên Yekgirtî Amerîka. Ew li cihana muzîkê salên dawiya şêstî pê de hat nas kirin. Yekî wekî parezgerê mafê mirovan û mafê reşikan navê wî salên destpêka 1980’i de hat bihistin. Bûyera ku wî zêdetir da naskirin, sala 1984an muzîka ji bo filma bi navê „Jina sor lê“ ku xelata Oskar girt, Stevie wê xelata muzîka fîlmê pêşkêşî Nelson Mandela kir. Min navê Stevie Wonder wê salê demê kampanya „Free Mandela“ li bajarê Kolnê bihîst. Di civînekî de min dît mirovên reşik çawa li gel navê Nelson Mandela, muzîka Stevie Wonder distiriya û tanz dikir! Wê rojê di wê civînê de helbesta Seydayê Cegerxwîn, „Ey Heval Robson“ hatibû bîra min, ku li cîhekî dibêje:

„…. Ey heval Robson!
Ne tenê reşik ketin bin destan
Em jî sipî ne mane perîşan ….“

Stevie jî ji herdu çavan kor e. Ew jî bi muzîka xwe ji xelkê xwe „reşikan“ re bûye deng û instruman.

Saîd Gabarî jî ji herdu çavan kor bû. Bi wê halê xwe jî çû bû pêşmerge, li çiyan ma, hat girtin, işkence dît, ket hefsan. Û her cara ku rabû ser piyan, dest avêt tenbûra xwe hewl da bibe dengê bindestî û perîşaniya miletê xwe, welatê xwe.

Stevie neket hefsan, işkence nedît, perişan jî nebû.

Ferqa Saîd û Stevie, Saîd Gabarî Kurdekî bû li Kurdistanê jiya, çend salekî muhacirî li Almanya derbas kir, ne li Amerîka. Holiwood dengê muzîka Stevie di filmekî bi xelata Oskar gîhand hemî dinyayê, wî kir lehengekî hûnerê. Saîd Gabarî hûnermendekî miletekî bindest e ku hêj dewletekî wan jî tune, di bin wê alayê de bikarin hûnerê xwe li ber çavê dinyayê raxin.

Kekê Saîd, xeman nexwe, demê tu li jiyanê me qedrê te bi têra xwe nizanî!

Me nikarî ji Stevie re bêjin, yekî me jî heye, şeş salan jî ji te ciwantir, ya te qet nedît û hêvîdar in qet nebe qismetê te Stevie, yê me hefs û işkence jî dît. Tu reşik î, bûyî dengê reşikan. Em jî sipî ne, mane bindest û belengaz û perîşan. Saîdê me jî dengê me ye, dengê rastiyê ye.

Oxir be kekê Saîd Gabarî, ji bo min Stevie Wonderê me Kurdan, bilbilê strana “bilbilê dilşad”.

04 Gulan 2020