Hemo: Desthilata Beşar Esed ber bi dawîbûnê ve diçe

Demek e nakokî di navbera Serokê Sûriyê Beşar Esed û sermayadarê Sûrî û kurê xalê Beşar Esed Ramî Mexlûf de derketiye.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Demek e nakokî di navbera Serokê Sûriyê Beşar Esed û sermayadarê Sûrî û kurê xalê Beşar Esed Ramî Mexlûf de derketiye û bi biryara Beşar Esed, dest li ser hemû darayîya Ramî Mexlûf û malbata wî hatiye danîn û kesek jî ji bo birêvebirina kompanyaya wî ya “Syria Tel” hatiye danîn û nakokiyeke mezin di nava rêjîma Sûriyê de derketiye.

Li ser vê rewşa nû ya Sûriyê, Endamê Polîtburoya PDK-Sê Ebdulbasit Hemo ji K24ê re ragihand, şerê di navbera malbata Esed û Mexlûf de şerekî giran e û bandora wî li ser çarenivîsa Serokê Sûriyê Beşar Esed dike. Ev nakokî û şerê aborî di navbera wan de, wek şerê bidawîbûna rêjîma Beşar Esed tê dîtin.

Hemo amaje bi wê da, rêjîma Sûriyê ji bakurê Sûriyê ti aboriyê wernagire, ne petrolê û ne berhemên çandiyê. Îrana ku piştevaniya Esed jî dikir, ketiye ber barekî giran û li rewşa Sûriyê temaşe dike. Ji ber wê bijarde li pêş Beşar Esed kêm dibin, yan dê bi riya hevjîna xwe re pereyên xwe derxe derve û xwe xilas bike û kesekî li gor berjewendiyên Rûsya, Îran û Amerîka cihê wî bigire, yan jî dê pereyên Ramî Mexlûf bibe û bide çeteyên xwe, ta şerê mana xwe pê bike, heta çareseriyeke din a siyasî bê danîn.

Diyar kir jî, ji dema derketina nakokiyên di navbera Beşar Esed û Ramî Mexlûf de, nirxê Lîreya Sûriyê li hember Dolar daketiye û vê yekê jî bandoreke aboriyê ya xirap li ser gelê Sûriyê bi tevahî kiriye.

Li ser çarenivîsa Sûriyê got: Çareseriya krîza Sûriyê ne di destê rêjîm yan opozîsyona Sûriyê de ye, belkû di destên hêzên navdewletî Amerîka û Rûsyayê de ye. Ji ber vê jî, rê tenê ew e ku Sûriyayeke demokrat û federal ava bibe û her kes û aliyek di bin siya destûreke nû de cihê xwe bigire.

Herwiha got: Şandeyê Navdewletî Geir Pedersen li pêş Netewên Yekgirtî de pêşniyar kir, ku çaresiya Sûriyê ya siyasî bi riya bicihkirina biryara navdewletî (2254) dibe.

Endamê Polîtburoya PDK-Sê got: Şer û krîza Sûriyê bi ber dawiyê ve diçe. Divê çareseriya siyasî ya Sûriyê di bin siya Netewên Yekgirtî li Cenêvê û destûreke nû de be û mafê her pêkhateyekê tê de parastî be. Herwiha Kurd jî daxwaz dikin ku Sûriye nenavendî û federelî ava bibe û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê jî li ser wê daxwazê maye, ji ber ku ew çareseriya herî guncaw e ji Sûriyê bi giştî re, heger na jî, reng e rewşa Sûriyeya perçekirî dê heta demeke dirêj berdewam bike.

 

S. B