Kiliçdaroglu: Em ê pirsa Kurd di bin banê parlemanê de çareser bikin

Li Tirkîyeyê 37emîn Kongreya Asayî ya partîya mixalefeta sereke CHPê birêve diçe.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Li Tirkîyeyê 37emîn Kongreya Asayî ya partîya mixalefeta sereke CHPê birêve diçe. Serokê heyî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu cara 6an bû serokê giştî yê CHPê. Kiliçdaroglu di axaftina xwe da cih da pirsa Kurd û got, ew ê pirsa Kurd di bingeha demokrasi û di bin banê parlamen da çareser bikin. Berpirs û parlamenterên CHPê li cihê kongreyê ji bo K24ê axivîn û li ser babetên pirsa Kurd, makezagona nû, tifaqa bi mixalefetê ra fikr û ramanên xwe parve kirin.

Li Tirkîyeyê 37emîn Kongreya Asayî ya partîya mixalefeta sereke CHPê di 25ê Tîrmehê da dest pê kir û wê di 26ê Tîrmheê da bidawî were. Kongreya CHPê ku bi diruşma ber bi desthilatbûnê ve birêvve diçe ji xeynî serokê heyî Kemal Kiliçdaroglu 3 namzedên din jî namzedîya xwe ya serokatîya giştî eşkere kirin, lê belê ji ber ku îmzeyên hewce ji delegeyan kom nekirin bes Kiliçdaroglu bo cara 6em bû namzedê serokatîya giştî ya CHPê.

Kiliçdaroglu di axaftina vekirina kongreyê da deklarasyonekê 13 xalî eşkere kir û li ser pirsgirêkên sereke yên Tirkîyeyê çareserîyên CHPê anî ziman. Her wiha Kiliçdaroglu li ser pirsa Kurd jî rawestîya û got, desthilat li ser pirsa Kurd civatê dabeş dike, lê belê em ê pirsa Kurd di bingeha demokrasî û di bin banê parleman da çareser bikin.

Parlamenterê Kurd yê CHPê Sezgîn Tanrikulu jî ji bo K24ê axivî û got, ew ê pirsa Kurd bi polîtîkayên ewlehîyê na, ew ê bi esasê hemwelatîtîya wekhev çareser bikin.

Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikuluji K24ê re got: “Em wek CHP dixwazin bi hevgirtîyên demokrasîyê ra di hilbijartina bê da bibin desthilatdar. Em dixwazin pirsa Kurd bi polîtîkayên ewlehîyê na, di bingeha maf, azadî, edalet û hemwelatîtîya wekhev da çareser bikin.”

Serokwekîlê Koma CHPê Ozgur Ozel û Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê û Berpirsê Rêveberîyên Herêmî Seyît Torun jî destnîşan dikin, ew wek partîyekê sosyal demokrat dixwazin li dijî desthilatê tifaqeke berfireh ya demokrasîyê ava bikin û bi mitabeqetekê civakî makezagonekê nû û demokratîk çêbikin.

Serokwekîlê Koma CHPê Ozgur Ozel diyar kir: “Em dixwazin wek tifaqa Stenbolê, Tifaqa Tirkîyeyê damezrînin. Banga me ji bo hemû sosyal demokratan e. Bila sosyal demokratên netewperwer, muhafazakar û demokratên Kurd daxil bin. Em dixwazin hesabê referanduma 16ê Nîsanê ku pê sîstem hat guhertin bipirsin.”

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Seyît Torun dibêje: “Bi salan e em ji bo çareserîya pirsa Kurd tînin ziman. Heya aştî û aramîya civakî pêk neyê, em nikarin bipêş kevin. Di meseleya qeyûman da jî me got, kesên hatine hilbijartin divê bi hilbijartinê ji ser kar here. Pêdivîya me bi makezagonekê nû heye.”

Kemal Kiliçdarogluyê ku bi îmzeya 80 serokbajarên CHPê bû tekane namzedê serokatîya giştî bi dengê piranîya delegayan cara 6em bû serokê nû yê CHPê. Biryar e di roja duyem ya Kongreya CHPê da endamên rêveberîya Meclîsa Partîyê û Lijneya Bilind a Dîsîplînê bête dîyarkirin.